Di van rojan de hikûmeta Tirk bêdil û ji ber mecburiyetên rewşa siyasî ya li Rojhilata Navîn bahsa lihevhatineke bi Kurdan re dike. Pêvajoya ‘aştî û çareseriyê’ jî, bi gotina‘ tunekirina terorê’ dixwaze bi rê ve bibe. Gotin û pratîka hikûmet û dewleta Tirk hev nagire. Ji ber vê mirov nikane baweriya xwe pê bîne. Ne tenê Kurd, Tirk û civakên din jî bi guman in...
Sewa Kurdan hesasiyeteke pirr kûr divê. Ne tenê ji bo Bakur, ji bo her çar parçeyên welêt...
Bi pêvajoya aştî û çareseriyê ya li Bakur kete rojevê re pirsgirêka Kurd a li her çar parçeyên Kurdistanê ji her demê pirtir mîna pirsgirêkeke tenê tê guftûgokirin. Êdî rewşa Kurdan a li her çar parçeyên Kurdistanê him di nava Kurdan de him jî li qadê navdewletî mîna pirsgirêkeke tenê dibe rojev. Ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bigire heta Rûsya û Yekîtiya Ewropayê nîşandana pêwendiyeke mezin ji bo pêvajoyê nû jî vê rewşê radixe ber çavan.
Di çarçoveya pêvajoya aştî û çareseriyê de rêveberiya hikûmeta başûrê Kurdistanê him bi rayedarên Tirk him jî bi nûnerên tevgera Kurd re di nava têkîliyê de ye. Hikûmeta Tirk li rojavayê Kurdistanê ji bo ku destê Kurdan bêhêz bike di nava dek û dolaban de ye, tevliheviyê dike, bi destê hêzên îslamîstên radîkal êrîş dibe ser Kurdan û hewldide ku Kurd li Sûriyeyê aliyekî bigirin û bikevin nava şerekî dijwar. Di heman demê de têkîliyên xwe yên aborî û siyasî bi hikûmeta Başûr re kûrtir dike.
Hêzên navdewletî jî ji ber berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn bi têkoşîna Kurdan a li her çar hêlên Kurdistanê re pêwendiyeke mezin nîşan didin. Li ser qedera Kurdan plan û projeyan çê dikin. Herwiha li qadê navdewletî bahsa parçebûna Sûriyeyê û êrîş birina li ser Îranê jî tê kirin ku ev mijar jî Kurdan ji nêzîk ve alaqedar dike...
Kurdên Bakurî êdî statûyekî siyasî ji yê Başûr an jî ji yê Rojava paşdetir qebûl nakin. Eger çareseriyek pêk were, kêm zêde statûya Kurdan a li tevahiya Kurdistanê wê nêzî hev be. Kurdên li Hewlêrê û Efrînê xwediyê kîjan mafan bin, Kurdên li Dêrsim, Dîlok û Serhedê jî wê xwedî heman mafan bin...
Ev bi serê xwe ji bo Kurdan rewşeke nû ye û pêşketineke mezin e. Lê her rewşên nû xetereyan jî dihindirînin. Li Rojhilata Navîn her dewlet û her hêzên bi dewletan re girêdayî ji bo Kurdan potansiyeleke talûkeyê ye. Kurd bi îradeya xwe bi rê ve birina jiyana xwe, yanî statûyekî xweser dixwazin. Lê li hemberî vê yekê jî her dewlet dixwaze Kurdan û nirxên Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe bikarbîne.
Neyarên Kurdan wextê vala derbas nakin. Lê mêzekin; hikûmeta Tirk bi her îmkanên dewletê ve xwe wek çareserkera pirsgirêkên civakî dide nîşandan û di heman demê de him li hindir him jî li derve hewldanên xwe yên ji bo tasfiyekirina tevgera Kurd û destkeftiyên Kurdan berdewam dike...
Ji ber van sedeman jî her çiqas navê pêvajoyê ‘aştî û çareserî’ be jî, wer xwuya ye ku ew ê ji her demê dijwartir derbas bibe. Çavê cîhanê li ser me ye û divê em jî ji her demê bêhtir hişyar bin. Ji bo Kurdan dermanê metirsiyan yekîtî ye, bi rêxistinî bûne, parastina hebûn û destkeftiyan e...
Yanî kurt û kurmancî; divê Kurd xwe sist mekin û li hemberî êrîşan amade bin. Ne tenê li Bakur, li her derê welêt...
Pirsgirêk Kurdistanî ye, derd û bela Kurdistanî ye û beramberê vê yekê helwest, amadekarî û parastin jî divê Kurdistanî be...
Çavê cîhanê li ser me ye!
Qey bala we jî dikişîne; em êdî bi Kurdistanî difikirin, bi Kurdistanî niqaş dikin, gorî helwesta xwe ya Kurdistanî hevdu rexne dikin. Wexta li Qamişloyê bûyerek pêk tê li Wanê dibe mijara axaftinê. Ji Rojhilat xeberekî bi darvekirina Kurdekî were bîhistin, Kurdên li Hewlêr û Amedê bertek nîşan didin. Em di çaxêkî taybet û dîrokî re derbas dibin...