Xelkê navçeya Soran bang li medyaya Kurdî dike da ku balê bikişîne ser boykotkirina malê Tirkî û giringiya berhemên navxweyî. Welatiyan got, dewleta Tirk bi çavê dijmin li Kurdan temaşe dike, ji bo vê parastina berhemê navxweyî ji bo gelê Kurd pêwîstiyek e.
Roj bi roj pêngava boykota malê Tirkî belav û berfireh dibe. Xelkê navçeya Soran a ser bi Hewlêrê li ser pêngava boykotkirina malê Tirkî axivî.
Welatiyê bi navê Derbaz Salih got: “Dewleta Tirk bi salane dijmintiya gelê Kurd dike û bi awayên cûda hewl dide gelê me parçe bike. Çavê dewleta Tirk li dagirkirina xaka me ye û bi her awayî hewl dide me ji holê rake. Boykot dewam dike, wek erkek exlaqî û nîştimanî jî em tevlî çalakiyên hişyarkirina welatiyan ya der barê boykotkirina malê Tirkî jî dibin.”
Şoxan Ehmed jî got: “Ya girîng ew e ku hikumet û bazirganên me ji bo zêdekirina berhemên navxweyî kar bikin. Pêngava yekem dijî dagirkerî boykot e, lê divê pêngava duyem jî xelk xwedî bîreweriyeke neteweyî bin. Divê xelk bizane û têbigihe, nabe dahata me ji bo bihêzkirina dewleta Tirk bibe çavkanî.”
Hîwa Ehmed jî got: “Ji bo ku em di her şert û mercî de xweragirin, parastina xurekê ji bo me Kurdan gelek pêwîst e.”
ROJNEWS/SORAN