Ajansa Reutersê di vê derbarê belav kiriye, nêzîkî 45 milyar berîl petrola yedek li Herêma Kurdistanê heye û ji gulana borî ve, komaniyayên dinyayê çavê wan li bîrên petrolê yên Herêma Kurdistanê ne. Di meha borî de, her yek ji kompaniyên Efrain a Birîtanyayê, Hess a Amerîkayê, Petrosaltic a Îrlandayê, Repsol a Spanyayê, girêbest digel Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îmze kirin.
Projeyasaya petrol û gazê ya Iraqê, heyama çend salane nehatiye pejirandin, ji ber ku çend aliyên siyasî li ser nerazî ne.

Pisporê warê petrolê Hemze Cewahirî di vê derbarê de ji Reutersê re got, “Tevî ku ti yasayeke aşkere ji bo girêbestên petrolê yên Herêma Kurdistanê tune ye, lê kompaniyên biyanî li wir veberhênanê dikin.”

HEWLÊR