Jin dema çandiniyê dike, bi zewq û hezkirineke mezin dike. Beyan Ferec ku cihekî ji bo çandina gul û şitlê daran vekiriye, bi gulfiroşî û çandina şitlan, debara zarokên xwe dike û hewl dide di warê aborî de jî bêyî ku muhtacê derve yan jî mêran bimîne xwe bi rê ve bibe. Ferec dibêje, divê çavê jinê li destê mêr nebe û hêza wê heye ku xwe di warê aborî de jî bi rê ve bibe û serbixwe bijî.
Beyan Ferec a dayika 4 zarokan 43 salî ye û nişteciha bajarê Silêmaniyê ye. Beyan di ciwaniya xwe de hevjînê xwe ji dest daye, berpirsyariya xwedîkirina zarokan û malê hemû ketiye stûyê wê.
Beyan Ferec a ku gelek karên cuda jî beriya niha kirine dibêje, ew zehf kêfxweş e ku weke jinekê bêyî ku hewceyî hinekên din bibe, bixwe debara xwe bike û di warê aborî de jî xwe bi xwe bi rê ve bibe.
Beyan Ferec cinsiyetperestiya li dijî jinê ya di civakê de jî rexne dike û dibêje; “Ez kêfxweş im ku hevalên min di warê madî û manewî de ji bo serketina min a di vî karî de bûn alîkar.”
Beyan Ferec di axaftina xwe de îşaret bi hêza jinê ya şiyana rêveberiyê dike û dibêje; “Divê edî jin koletiyê red bikin û ji bo azadiya xwe têbikoşin û xwe bixwe bi rê ve bibin. Ez tenê dixwazim bibêjim ku divê em jin jî weke her mirovekî bibin xwedî karê xwe û serbixwe bin.”
Beyan Ferec rexne li jinên Başûrê Kurdistanê dike ku di karên hevpar de nayê gel hev û wiha pêde çû: “Ruhê hevkarî û kolektîf karkirinê di nava jinên vir de kêm e. Pêwîst e em li dora hev kom bibin û xebatên bi rengê jinê saz bikin. Divê em jinên Başûrê Kurdistanê ezmûnên jinên Kobanê, Rojava û Bakurê Kurdistanê ji xwe re bikin mînak.”
NAVENDA NÛÇEYAN