Malbatê diyar kir ku malbatên taxa Yenîmahalleyê hemû hatine vê derê û wiha gotin: “Em li vir jî bûn cîran. Jixwe piraniya me xizmên hev in.” Îstek anî ziman ku zarok û neviyên wê naçin dibistanê û bi gotina “ma dê biçin dibistana dewleta ku van tiştan bi me dikin” nerazîbûna xwe anî ziman. Îstek a bi zarok û neviyên xwe ve 12 kes di kon de dimînin , cihe ke ku pêdiviyên xwe bi cih bînin tuneye, kon germ nînin. Îstek wiha axivî: “Dema em çûn gund me baxçeyê xwe çand. 50 bizin kirî. Niha li vir serê çişa em ^eçawa li van bizinan binêrin. Bizinên me li çiya digerin ji ber vê jî ancax evqas şîr didin. Niha li vir di nava tozê de ne. Xwarinê çêdikin, li ser agir em xwarina xwe çêdikin. Zarok diçin darû beran kom dikin. Em jî şîr dikelînin.”
Hê jî ji bajar dû bilind dibe
Îstek a ku dixwaze qedexeya li Şirnexê bi dawî bibe wiha axivî: “Ji mala me agahiya me tuneye. Ango xwezî bajar bişewitandina lê tiştek bi ciwanan nehata. Qet nebe heta Şirnex vebe em li gundê xwe bimana. Bax û baxçeyên me hebûn. Piştre em ê vegeriyana Şirnexê. Operasyon bi dawî bû lê hê jî ji bar du bilin dibe. Çima xedeyê êdî ranakin.”
ŞIRNEX