Di hevdîtina li meqama serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de Hevşaredar Turk da xuyakirin ku rewşa li Rojhilata Navîn her kesî eleqedar dike û got, "Êrîşên demên dawî yên DAIŞ'ê li hemberî herêmên Kurdan ji aliyê gelê Kurd ve bi baldarî tê şopandin. Kurd bi awayekî ciddî ji bêdengiya cîhanê ya li hemberî van êrîşên bêrehm, nerazî ne. Ji ber ku em dizanin serdestiya hêzên li derveyî demokrasiyê ne tenê gelê Kurd wê zerarê bide tevahiya gelên Rojhilata Navîn. Bêguman hevsengiyên cîhanê hene. Bendewariya her mirovan e ku ev hevgenî ji bo gelan li dijî zilmê bên bikaranîn. Hêvîdarim ku wê demokrasî li ser vê xakê serdest bibe." Turk diyar kir ku li Tirkiyeyê pêvajoyeke gelekî girîng tê jiyîn û got, "Aştiyek heye. Û em dibînin ku gavên girîng tên avêtin. Bêguman dema li vê derê pêvajoyeke aştiyê tê meşandin; çûn û hatina DAIŞ'ê ji sînor û helwesta dewletê ya çavê xwe li DAIŞ'ê digire, dibin sedem ku Kurd di mijara pêvajoya aştiyê de samîmiyetê lêpirsîn bike." Turk êrîşa li xwarina fitarê ya Amedê, ku Konsolosê DYA yê Edene jî lê amade bû, nirxand û destnîşan kir ku ew ji ber vê bûyerê xemgîn in. John L. Espiorza jî diyar kir ku ew yekemcar e tê Mêrdînê û got, "Kêfxweşim ku hatime Mêrdînê. Her kes dibêje Merdîn gelekî bedew e, cihekî gelekî dîrokî ye, cihekî gelekî girîng e. Û bi rastî jî li vê herêmê pêşketinên girîng rû didin. DYA destekek mezin dide vê pêvajoya aştiyê. Em dixwazin ev pêvajo serketî be. Em hewl didin ji penaberên ji Sûriyeyê re bibin alîkar. Tirkiye ji bo me gelekî girîng e. Di wê baweriyê de me ku em jî ji bo Tirkiyeyê girîng in."
MÊRDÎN