Firehiya Baxçeyên Hevselê 700 hektar e. Baxçeyên Hevselê bi bedewî û berhemên xwe bala cîhanê kişandiye ser xwe û niha jî di pêvajoya pejirandina Saziya Perwerde, Zanîst û Hunerê ya Neteweyên Yekbuyî (UNESCO)'yê de ye. Lê her tim tiştên xweşik bê ked nabin. Cotkarên Baxçeyên Hevselê di serma û germayê de ked didin û wan diparêzin.
Yek ji cotkarên ku bi salane kedê dide Baxçeyên Hevselê Ekrem Yazar (58) e. Yazar di 16 saliya xwe de ji navçeya Palo ya Elezîzê koçî Amedê kiriye û li Baxçeyên Hevselê dest bi kar kiriye. Yazar bi malbata xwe re ji sala 1972'an ve heya niha li Hevselê çadiniyê dike û debara xwe bi çandiniyê dike. Yazar ji bo me behsa ked û xebata xwe ya bi zehmet kir.
'Em beramberê keda xwe nagirin'
Yazar destnîşan kir ku ji beriya 15 salan li baxçeyê xwe firingî, bacan, kundir diçand lê ji ber ku çandin û xwedî lê derketina wan pir bi zehmet bû niha li şûna wan marolê diçîne. Yazar da zanîn ku ew di mehên havînê de pir zehmetiya dikişînin."
Yazar balkişand li ser qirêjkirina Çemê Dîcleyê wiha pê de çû: "Ji ber ku Çemê Dicle tê qirêjkirin, çem bi rengê sor diherike. Ev jî ziyanê dide baxçeyên me. Di germa havînê de ez û malbata xwe kardikin. Ji bo me jiyana xwe bidomînin em neçar in bixebitin. Keda me kedek helal e, keda helal zehmete lê xweştir e."
AMED