Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê, Mewlûd Çavuşoglu piştî gera xwe ya Iraqê, doh derbasî Hewlêrê bû. Çavuşoglu ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve li balafirgeha Hewlêrê hat pêşwazîkirin. Çavuşoglu li Hewlêrê bi berpirsên Eniya Tirkmen û Serokê Konseya Ewlekariyê ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya. Tê gotin, piştî hevdîtina li gel Barzanî, wê bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê wî Qubad Talabanî re jî cuda cuda bicive.
Planeke metirsîdar e
Li gorî çavdêrên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, armanca sereke ya Çavuşoglu ew e ku li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê piştgiriya hikûmeta Iraqê û partiyên Başûr bigire. Her wiha tê gotin, ev yek wê di berdêla hinek tawîzên aborî de pêk were. Çavdêrên siyasî beriya serdana Çavuşoglu jî ji bo herêmê, rayedarên herêmê hişyar kiribûn ku planeke bi tehlûke ya Tirkiyê ji bo Kurdan heye.
ROJNEWS / HEWLÊR