Li Kerkûkê çayxaneyek bûye mala duyê ya kerr û lalan. Li çayxaneyê vexwarina çayê jî û rûniştin jî bi şertê bêdengiyê ye. Ev çayxane li nava bazara taxa Quriye ya Kerkûkê ye. Li çayxaneyê kesên nabihîsin kom dibin û bi zimanê îşaretan diaxivin. Ji bilî wan çi Kurd, çi Ereb û çi Tirkmen kî bê çayxanê divê bêdeng be.

Çayxane bi mefûrên rengîn hatiye xemilandin. Herwiha wêneyên kesayetên taxê pêve hatine hilawistin. Vê ji wiha kiriye ku çayxane ji bo taxê bibe çayxaneyeke çandî.

Welatiyê taxê Ehmed Elî dibêje, herçiqas nikarin ji welatiyên kerr û lal fêm bikin jî, hevdu nas dikin û got, dema ku yek xuya neke, dilteng dibin û li halê wî dipirsin.