Hevserokê FEDA´yê Bemal Ozdemîr, Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan, rojnamevan nivîskar Fûat Kav, ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Marsîlya Nûcan Keklîk, ji Komîsyona Malbatên Şehîdan Celîl Akdogan wek dîwan hatin hilbijartin. Piştî hilbijartina dîwanê mêvanên tevlî kongreyê bûn yek bi yek mafê axaftinê wergirtin û kongre silav kirin.
Piştî axaftinên dostên Kurdan Hevserokê CDK-F Rustem Ozay rapora salane pêşkeşî desteya giştî kir. Di raporê de xebatên FEDA, Tevgera Îslamî, Tev-Çand, Meclîs, jin, karên derve û hwd. ku hatin nirxandin ji bo dewleta Fransa jî bangên saziyî hatin dubarekirin. Ji bo li Rojava û hemû parçeyên Kurdistanê Kurd bên destekkirin, bang hat kirin. CDK-F´ê ji Franseyê west ku komkujiya li Parîsê ronî bike û bi bîr xist ku pêwîst e ku Fransa li hemberî DAIŞ’ê li rex tevgerên li Rojhilata Navîn li ber xwe didin cih bigire. Her wiha hat xwestin ku di mijara derxistina navê PKK´ê ji lîsteya rêxistinên terorê de Fransa divê bi rola xwe bilîze.
Paşê delegeyan hem têkildarî rewşa siyasî hem jî xebatên salekê axivîn. Piştî nirxandina pirsgirêkên siyasî û rêxistinî pêşnûmebiryara ji 13 xalan ku hat pêşkêşkirin bi dengdanê hat qebûlkirin. Di pêşnûbiryarê de xebatên destpêkê, birêvebirina xebateke ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo PKK ji lîsteya rêxistina terorê bê derxistin bipêşxistina xebateke aktîf û bi van her du xebatan ve girêdayî biryar hat girtin ku ji bo ji nû ve avakirina Kobanê xebateke aktîf bê meşandin. Piştî biryaran hilbijartin pêk hat. Bi pêşniyara delegeyan Rustem Ozay û Sevgî Elmas, wek hevserok ji aliyê rêveberiya CDK-F ve hatin hilbijartin. Piştî hilbijartina desteyên kontrol û dîsîplînê kongre bi dawî bû.
ANF/PARÎS