Di rûniştina îna bihurî de, parlemanterê partiya çepgir Die Linke, Stefan Liebich di dema ku Hardt ji parlemana federal re dipeyivî, destûra pirsa navberê kir. Hardt destûr da Liebeich û wî jî pirsa, “Li gorî agahiyên ji aliyê Tirk, di êrişên Tirkiyeyê de 160-200 şervanên Kurd hatine kuştin, ew li dijî DAIŞ´ê şer dikin hûn vê rewşê çawa dinirxînin?” kir. Li ser pirsê parlemanterê CDU´yê Hardt, bi peyvên gilover got, ew nikarin Tirkiyeyê bidin ber topan û nabe ku aliyê Kurd jî her bidin ber topan, ew di navberê de ne û wiha dewam kir, “Herçî ev meseleya darîçav e, ez ji vê piştrast im; bi ya min wê sedemê baş ên Tirkiyeyê hebin ku şerê unsurên terorsît li bakurê Sûriyeyê bike. Li wir terorîzm heye ku Kurd jî beşdarê wê ne. Ew jî bi heman rengî berpirsiyar in ji rewşa îro li Sûriyeyê heye û tiştên din ên tirsnak ên diqewimin.”

Bangên ‘îstîfa bike’

Piştî belavbûna vê bersivê nexasim jî li ser medyaza civakî bangên “îstîfa bike” li Jurgen Hardt hatin kirin. Nexasim jî Kurdan li ser medyaya civakî ev gotinên Jurgen li ser malpera wî ya Facebookê û li ser hesabên Twitterê rûreş kir. Nayê zanîn ka ev fikra Hardt çiqasî di partiya wî û tevahiya hikûmeta koalîsyonê ya CDU -SPD´ê de tê erêkirin yan na. 


 BERLÎN