Mehmet Şîrîn Cebe yê 13’ê Çileya 2013’an li Nisêbînê di şerekî li hember hêzên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da û Mehmûd Muhammed (Xebat Dêrik) ê endamê TEV-DEM û yek ji fermandarê damezrînerê YPG’ê ku di heman dîrokê de li Qamişlo di encama komployekê de hat qetilkirin hatin bibîranîn. Kurdistaniyên salona Komeleya Çandê ya Kurd bi wêneyên şehîdên Kurdistanê, Cebe û Muhammed xemilandin, kulîlk danîn ber wêneyan û find pêxistin. Sînevîzyonek têkildarî jiyan û têkoşîna Cebe û Muhammed hate temaşekirin.
Erka me xwedî derketin e
Piştre kekê Mehmet Şîrîn Cebe, Latîf Cebe axivî û diyar kir ku Muhammed û Cebe mil bi mil şer kirine û bibîr xist ku her du jî, li parçeyên cuda yên Kurdistanê şehîd bûne û bal kişand ser girîngiya şehîdan a ji bo Tevgera Azadiya Kurd. Cebe destnîşan kir ku şehîd, kevirê bingehîn ê Têkoşîna Azadiya Kurdan in û got: “Tişta dikeve ser milê me ew e ku em li ser rêya wan bimeşin û bi vî awayî li bîranînên wan xwedî derkevin.” Piştre siyasetmedarê Kurd Hesen Zaza jî diyar kir ku gelek ku xwedî li şehîdên xwe dernekeve nikare pêşeroja xwe ava bike û got: “Şehîdên me bi awayê fîzîkî winda bûn, lê têkoşîna wan berdewam dike, wan di temenê xwe yê ciwan de xwe feda kirin, divê em wan baş fêm bikin û em civak û gel li hev kom bibin.”
ANF/STOCKHOLM