Cebhet El-Ekrad bi tevlîbûna nav refên xwe ya 236 kesên ji herêmên Şehbayê mezin bû. Van kesan perwerdeya xwe ya eskerî bi dawî kir û beşdarî nava refên Focê Lîwaa Cebhet El-Ekrad bûn.

Akademiya Şehîd Elaa Cibo, 5’ê Cotmeha 2017’an yekemîn dewreya eskerî ya Focê Lîwaa Cebhet El-Ekrad da destpêkirin. Dewreyê 45 rojan bê navber dirêj kir. Tê de dersên ramyarî, taktîkên şer û bikaranîna çekên giran hat dayîn.

Ji bo bidawîkirina dewreyê merasîmek pêk hat û Fermandarê Giştî yê Hêzên Şoreşger ên Hevbeş, Hacî Ehmed, fermandarê Lîwaa El-Şemal El-Dîmoqratî, Ceyş El-Siwar, Eniya Parastina Jin a Şehbayê û malbata Şehîd Rustum Ekrad, amade bûn. Di destpêkê de, rêûresmeke eskerî bi rê ve çû. Piştre ji fermandarên Eniya Parastina,Sosin Bîrhat got, “Perwerdeya siyasî û eskerî tecrûbeyeke baş da ku hûn karibin bi rola xwe ya dîrokî rabin û layîqî xwîna şehîdên gelê xwe bin. Bi avakirina vê focê, ku ji hemû pêkhateyan e, em yekrêziya xwe biparêzin û bibin bereyek. Dijminên me pirr dibin û bi taybetî dewleta Tirk dijberiyeke mezin dike. Divê ew zanibin ku em niha ji berê xurtir in û wê hemû hewldanên wan têk biçin." Paşê şervanan sûnd xwar. 


ANHA / ŞEHBA