NÛRHAT HEFTARO

Dîroka Rojhilata Navîn û bi taybetî Sûrî; têra xwe hatiye berovajîkirin. Wisa lê hatiye ku serwextbûna li vê dîroka nêz; gelekî zehmet bûye. Ji ber ku rê û rêbazên lêkolîn û lêgerînê, yan di bin tesîra zêhniyeta dewletperestî û neteweperestiyê de ye; yan jî bi rêbaz-rejîmeke oriantalîst tê dîtin. Lewra ji bo têgihîştineke nêzî rastiyên civakî bê pêşxistin, min hewil daye dîroka Sûrî jinûve rave bikim û bi zimanekî hêsan pêşkêş bikim.

Şoreşên neteweyî û çêbûna neteweyê; li rojhilata navîn qewimînên pir balkêş û girîng in. Çawa ku Sûriyê niha navenda şerê cîhanê yê sêyemîn e; di destpêka sedsala bîstan de jî Sûriyê ji welatên destpêkê bû ku bi guhertinên nû re rûbirû bû. Tevî ku Sûrî di bin desthilatdariya rejîma Baas’ê de; bû dewleteke milletperest û yek-reng, lê ev yek pir dereng pêk hatiye û meylên komara demokratîk her hebûye.

Piştî şerê cîhanê yê yekemîn sala 1918’an; wîlayetên erebî yên di bin banê împeratoriya Osmanî de ketin destê hêzên hevpeymanê û li gorî peymana Sykes-Picot’ê ya sala 1916’an, Sûriyê jî weke Lubnanê bû para Fransayê.

Wê çaxê, di dîmenê siyasî de ne meylên neteweperest serdest bûn, lê belê meylên rêveberiya demokratîk û ne-navendî daxwaza sereke ya çandên herêmê bûn. Di pêvajoyên pêşîn de wê Kurd, Dûrzî û Elewî bi etnîsîte û mezhebên din re dagirkeriya biyanî bi dawî bikin û di avakirina komara Sûrî de bi rola sereke rabin. Lê têgihîştinên ku dîrokê serobinî hev dikin, bi zimanê nîjadî û milletperestiyê şîrove dikin, bi bîr nabin ku Sûriyeya erebî û hemû dewletên din, di encama hinek peymanên navneteweyî de derketin holê û ti girêdana wan bi rastiya civakî ya pir-reng û demokratîk ve ya herêmê nîne. Hemû sloganên qebe yên weke “yekîtî – erebbûn – sosyalîzm” ku em pê gêj kirin, di koka xwe de sloganên neteweperest in û ji derve hatine girtin, Michel Aflaq (damezrîner û îdeologê partiya Baas’ê) ji serê xwe ve çênekiriye, lê belê yê zilamekî Îtalî yê mason û neteweperest e, navî wî Giuseppe Mazzini ye. Tiştên ku kirine ew e, jinûve têgihîştina dîrokî ya civaka Sûrî înşa kirine û li gorî berjewendiyên xwe şikl dane wê.

Destûra sala 1920’an “Dewleta Neteweyî”

8’ê Adara 1920’an; Qralîyeta Sûrî bi pêşengtiya qral Feyselê Yekemîn ve hate damezrandin. Di heman salê de yekemîn destûra Sûriyê hate nivîsandin. Kongreya Sûrî ya giştî, komîteyeke taybet bi rêveberiya Haşim El-Atasî ava kir. Erk û mîsyona wê komîteyê, çêkirina destûra qraliyetê bû. Destûr li ser 12 beş û 147 maddeyan hate danîn. Tevî ku li gorî destûrê, sîstema birêvebirinê monarşî bû, lê belê di heman demê de, sîstemeke sivîl û parlamentoyê jî bû. Jixwe; kongreya Sûrî ya giştî ji herdu meclisên rûspî û nûneran pêk dihat. Nûner “Parlamenter” ji aliyê gel ve dihatin hilbijartin; endamên meclisa rûspiyan jî ji aliyê parlamentoyê ve dihatin hilbijartin û beşek jî ji aliyê qral ve dihatin tayînkirin.

Sûriyeya Xweser û ne-navendî 

Di destûra 1920’an de ku tenê 20 rojan dewam kiriye; li ser sîstema ne-navendî û xweseriyê hatiye teqezkirin. Li gorî destûrê; Sûriyê ji kantonan pêk tê û her kantonek parlamentoya xwe û hikumeta xwe ya xweser heye. Serokê hikumetê ji aliyê qral ve tê tayînkirin û ji bilî karûbarên giştî, nabe ku hikumeta navendî, mudaxeleyî rêveberiya hundirîn a kantonan bike.

Di maddeya duyemîn a destûra 1920’an de; ev yek tê gotin; “Qralîteya Sûrî ji kantonên ku yekîtiyeke siyasî ya parçebûnê qebûl nake, ava dibe.” Gotinên, kanton û herêmên xweser di vê destûrê de derbas dibin. Tevî ku hikumeta Feyselî (Qral Feyselê yekemîn) demeke dirêj ne-ajot jî, lê di dîroka Sûriyê de xwediyê şopeke mezin e.

24’ê Tîrmeha 1920’an Sûrî ji aliyê Fransayê ve tê dagirkirin. Wê çaxê wezîrê parastinê yê qralîteya Sûrî, Yûsif El-Ezeme bû ku bi koka xwe Kurd e. Navbera qralîteya Sûrî û Fransayê şer derdikeve. Ew şer weke şerê “Meyselonê” tê binavkirin. Gelek kes ji El-Ezeme dipirsin gelo tu yê karibe li pêşiya Fransiyan ber xwe bide; Yûsif El-Ezeme bi vî awayî bersivê dide; “Ez nahêlim ku dîrok binivîse; ew bê berxwedanî derbasî nava Sûriyê bûn.” Sala 1922’an Lîga Neteweyan; bi awayekî fermî rejîma mandater a Fansayê li Sûrî qebûl dike. 17’ê Nîsana 1946’an jî, Fransa fermî ji Sûriyê derdikeve.

Sibê: Di avakirina komarê Sûriyê de rola Kurd,Durzî û Elewiyan