Di bîranînê de destpêkê dokûmantera bi mijara jiyana Helbestvanê Kurd Cegerxwîn hat nîşandan. Li dû vê nîşandanê rêveberê Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwîn Servet Denîz axaftina vekirinê kir û diyar kir ku Cegerxwîn li herêmê û li Tirkiyê ji civaka Kurd re pêşengî kiriye û ked û xebata wî hêz daye wan. Endamê Meclîsa Şaredariya Peyasê Celal Efe dûre peyivî û got, "Cegerxwîn seydayekî mezin e ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi helbestên xwe aniye ziman. Bi berhemên xwe yên daye wêjeya Kurd re, mîrateyek mezin ji nifşên nû re hiştiye. Weke şaredarî, xwedîderketin û dewamkirina vê çandê ji aliyê ciwanên me ve, hêviyên me mezin zêde dikin."

Bîranîn bi xwendina helbest û stranên ji berhemên helbestvan ji aliyê ciwanên di beşa muzîkê ya navenda çandê de cih digirin, bi dawî bû.

 AMED