Piştî fermanê û berxwedana mezin ku di encamê de Şengal hate rizgarkirin, gelê herêmê careke din vegeriya warê xwe. Komên çete gelek wêranî xirabî li pey xwe hiştibûn. Niha jî ambargoya PDK´ê li ser Şengalê rewşê dijwartir dike; pêwîstiya welatiyan ku vedigerin Şengalê bi alîkariyê heye.

Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Rojava jî li gorî derfetên xwe yên heyî alîkariya gelê Şengalê dike. Saziyên alîkariyê yên Rojava di çarçoeveya alîkariya bi gelê Şengalê re hezar ton ceh şand şangalê. Cehê hatiye şandin, wê ji bo çandiniyê û wek êmê pez bê bikaranîn. Saziya Xizmetguzariya Şengalê jî cehê gihiştiye wan li şêniyên bajarokê Xanesorê ya Şangalê belav dike.

Endamê Meclîsa Avaker a Şengalê Herbo Xidir diyar kir wan ev alîkarî ji Rojava xwest û wiha got: “Gelê me yê Êzîdî ku bixwaze ceh biçîne, em ceh didin wan bêyî pere niha ji wan bê standin. Lê piştî ku berhemên xwe berhevkirin, wê demê nirxê ceh ji wan wê bê standin. Ji bo welatî karibin zeviyên xwe biçînin, em pereyekî kêm jî didin wan.”

Herbo her wiha destnîşan kir ku wan nêzîkî 300 ton genimî li bajarê Rebîa kiriye û ew wî genimî rê dikin Rojava û wî genîmî dikin ard û wiha dewam kir: “Piştî genim dibe ard em diçin ji Rojava tînin û mehane li ser gelê xwe yê Şengalê belav dikin. Belavkirin li gorî hejmara nifûsa malbatan pêk tê.”

Herbo di dawiya axavtina xwe de got, “Dema ku kesek bixwaze biçe Rojava çi karî bike em ji wan re kaxezekê çêdikin da ku ew bikarin bi awayekî hêsan tiştên pêwîst ji bo xwe bikire û ti astengî dernekevin.”


SADIQ XELIL / ANHA / ŞENGAL