Welatiyên koçber bûn an di ziviyan, an îşantan de û an jî bi karkerên ji xwe re vekirin dest bi xebatê kirin û debara xwe kirin. Malbata Savuç a ji 11 kesan pêk tê li Edeneyê di kargeha xwe de dixebitin. Malbata Savuş ji ber pirsgirêkên aborî 20 sal berê ji navçeya Qoserê ya Mêrdînê koçî taxa Gulbahçesî ya Edeneyê bû.
Hasan Savuç, diyar kir ku di sala 2000'an de li taxa Gulbahçeyê ya Edeneyê dikana donerê vekir û 2 salan di dikanê de karê donerê kir. Savuç, anî ziman ku piştî nexweşiya şekirê lêderket pişeya xwe hînî keça xwe Huriye Savuç kir û wiha got: "Piştî nexweşiyê êdî min nikarî bixebitim. Berê min pîşe hînî keça xwe kir. Piştî 2 sal şunda keça min zewicî dest ji kar berda. Berî dest ji kar berde pişe hînî dayîka xwe Hanîfe Savuç kir û kar dewrî wê kir. Hevsera mın 10 sale karê donervaniyê dike. Berê li vir cuda lê mêze dikirin lê pişt re hînî vê yekê bûn."
Hanîfe Savuç jî diyar kir ku 10 sale donervaniyê dike û hej ji karê xwe dike û teqez dest ji vê yekê bernade. Savuç, anî ziman ku berê hemû kesî cuda berê xwe dida wê lê niha hemû kes rûmetê nîşanî wê dide. Savuç, da zanîn ku pişeya wê ne zore û bi heskirî wî karî dike. Savuç, bilêv kir ku xwe li malê xwarin çêdikir û donervanî ji wê re gelek hêsan tê û wiha got: "Ji ber ku ez jin im muteriyên me yên jin zêde ne. Ji ber ku min dest bî vî karî kir ez gelek keyfxweş im. Ez ji hemû hevalên jin re pêşniyar dikim. Min pişe hînî zarokên xwe jî kir. Ez gelek keyfxweş im ku bi malbata xwe re dixebitim." 

DÎHA/EDENE