Di 21’ê Tebaxa 2011 de, di encama êrîşa balefirên şer ên Tirk de devera Kortek a ser bi navçeya Ranyaya Başûrê Kurdistanê de bi giştî 7 sivîl jiyana xwe ji dest dabûn. Ji vana 4 zarok bûn. Gundiyên gundê Bolê yê Qendîlê vê komkujiyê ji bîr nekir. Gundiyan kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û nelet li komkujiyê barandin.

Banga aşitiyê
Di nimêja cejnê de melayê gund Mihemed Pîre bal kişand ser zextên li ser gelê Kurd û Komkujiya li Kortekê û bal kişand ku ol û bawerî cih nadin komkujiyên wiha. Pîre destnîşan kir ku divê weke li cîhanê li welatên misilmanan jî aramî û aşitî hebe û ji welatên misilman xwest ji bo rawestandina zextên li ser Kurdan hewl bidin. Piştî dûa û nimêja cejnê, şêniyên gund li ber mizgeftê cejna hev du pîroz kirin. Piştre jî her kes çû mala xwe. Li gorî edetên wan, gundî bi hev re kom bi kom diçin cejna malbatên xemgîniya wan hene.
Jin jî piştî nimêje cejna va pîroz kirin, çûn malan. Yên ku heta êvarê geriyan û şekir kom kirin zarok bûn. 

QENDÎL