Bi qasî ku her roj rojên Xweda ne, evdên serreş dîsa jî ji nava rojan rojin, ji nava mehan mehin, ji nava salan salin vejartine, kincên pîrozweriyê  bo bejn û bala wan fesilandine, û ew li gorî bîr û baweriya xwe xemilandine, kemilandine.
Ev veşartin ango bijartin ne bêbingeh in: Li tevî Musilmanan Êzdî’yan, Îsewî û Mûsewî’yan jî roj û meh û salên ku bo xwe kirine dem û serdemên pîroz; bi rûdaneke olî, mîtosî an jî civakî ve girê dane û heta îro ew ‘kêlî’ himandine, parastine.
Zayîna İsa- ku ji hêlekê ve destpêka demeke nû ye, ji hêlekê ve wext dike du tîş: berî zayînê û piştî zayînê- serdemeke wisa ye, bi ‘Dinyaya Rojava’ re Rojhilatiyan jî ev roj ne wekî zayîn û detpêka îsewîtiyê; wekî  destpêka salnameya nû bikar anîn..
Hal ew hal e, kevintirîn salname ‘salnameya rojê’ ye û kevintirîn katjimêr jî katjimêra rojê…
Katjimêra Rojê a ku li hewşa Mizgefta Mezin a li bajarê Amedê ye, ji beriya qal û belayê de, tik tik tik…bêyî ku xulekê li paş bimîne an jî biçe paş, dişixule.
Lê îro kî bikar tîne ji bilî Îranê û rojperestên li vî li wî welatê Asya Nêz belavbûyî?
Tiştin çiqasî rast, durist, heq û heqîqet û xwedî bingeheke tebût bin jî, ew li gorî rêjeya bawermêndên vê/wê baweriyê xwedî hêz û xwedî reftar in.
Pêşiyan gotibin, ‘ kaya kevn medêrin’ jî; dixwazim peyvê dagerînim werînim ser vê mehê, meha rojiyê û Cejna Remezanê:
Li gorî ku ji me re hatiye gotin û tê gotin, ji ber ku di vê mehê de Qur’an nazil bûye, misilmanan jî ev meh wekî ‘şahînşahê mehan’ bi nav kirine, û di vê mehê de  heyveke siê rojî girtine.
Di vê heyvê de, bi qasî ku dahiştin/nizîlîna Qur’anê têt pîrozkirin bi rojîgirtinê; mirovên bawermend heta ku ji jê were di vê heyvê de xwe ji kirêtî, neheqi, bêdadî, çêr, derew, dizî, şer û pevçûnê  vedigirin, û kutabûna rojiyê re  sê rojeşahiyê li dar dixin; di van sê rojan de diçin serdana hev, hevdu hembêz dikin, û heke hebe kesên ji hevdu xeydî,  bi navbeyncîtiya hinekan an jî ji ber xwe ve haş dibin, li hev tên…
Ji civateke li hev, civateke bi hev re hemhal; di rojên şahiyê de bi hev re bextewar û şa, di rojên tahl û teng de tahlî û tengayê li hev pahr ve bike…ka ji endametiya wê civatê û ji jiyîna di nava wê civatê de xweştir?
Dinya xweş a ku destê mirov heta xirîna dawî jê nabe, digel ku heman mirov  berê xwe dide Xwedayekî, destê xwe li ber Xwedayekî vedigere , berzûrî wî dibe û jê re serê xwe diçimîne; mixabin li ser parzemîna herî pîrozewer, li ser axa ku serkaniya nebî û embî û eshabe û rêber û pêximbera  ne, seranserê rojiyê li Suriyeyê,  li Tirkiyeyê, li Libiyayê di destekî wî de kelaşkova Rûsî di devê wî de ‘ Ellahû ekber’, bi diruşmên şer meha ramazanê qedend, di nava toza şer û bîhna xwîn û girî û nalîn û bahrûdê de  rabû  pêrgî cejnê!
Şer li gel  jiyanê cejnê jî li meriv diherimîne, û dike ku meriv di gerînekên xemên rojane de gêjok û sewsî be.
Jixwe şerxwaz jî civateke  ji ‘serê xwe darbxarî ‘dixwazin, da herkes  bi şêweyekê bibe reftarê şerê ku ‘destkevtiyên jiyanê û tiştên ku jiyanê dane ser hev bide der xwe, rêş bike’!*
Hal ew hal e, camêrên beriya îcada tivengê di babeta şer de xwedî serborî wisa gotine: Şahidên şer mêjî û wijdan û rastî ye’!**
A rast,  di vê babetê de rastî  rastiya  Albert Einstein’ e: Di heman katê de amadekariya şer, di heman katê de bersînkirina şer ne gengaz e!
Yên ku şer derdixin û şer dixwazin gelek caran li ber pêlê şerê ku radikin, diçin û hey diçin…
Di vê roja ku balefirên şer wekî ‘teyrên berete’ êrîşî kelaşan bikin, her serê kêlîkekê ji ber guhên wî bajarî radibin û berê xwe didin çiyayê ku Ferhad seba evîna Şîrîn kun kir; bibêjim ‘cejna we pîroz be’..?
*Eugene O’neill
**Aiskhylos