Îsal jî wekî hersal, Êzidî bi girseyî ji her deverê berê xwe didin ber Mezargeha Amadîn û Şêx Mend yên ku dikevin Rojavayî başûrê navçeya Xane Sorê û li vir Cejna Amadîn û Şêx Mend pîroz kirin. Ew kesên ku xwediyê wan Şêx Mend bê, tê gotin ku ti carî mar bi wan ve nade û beşa Şêxên Şêx Mend dikarin bi her awayî mara bigirin. Her wisa Micêwirên Amadîn û Şêx Mend kesên ku nexweşiyên wan hebin bi dermanên xwe yên xwezayî derman dikin.

 

´Em şahiyan nakin´

Di vê cejnê de jî  rê û rismên dîrokî tên kirin, wek siwarkirina Perî û belavkirina xêrê, çêkirina xwarinê û belav kirina wê. Jina Êzîdî ya bi navê Nedîma Xalid ev cejin li tevahiya gelê Êzîdî pîroz kir û da diyarkirin ku hêviya wê û ya tevahiya kesên amadebûyî ew e ku keç û jinên wan yên di destê çeteyên DAIŞ’ê di demek nêz de rizgar bibin. Nedîma wiha dewam kir: “Di salên beriya vê de me di van cejnan de kêfxweşî dikir lê belê ji ber Fermana 74’ê û revandina keç û jinên me ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve em ti xweşiyê nakin.” Nedîma Xalid di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Emê ticarî dev ji rê û rismên xwe yên pîroz bernedin û emê li ber xwe bidin ji bo  ku em rê li fermana bigirin″

Her wiha Xêrî Derwêş jî peyîvî û got ku ew vê cejinê ne bi kêf xweşî dikin, ji ber ku ew di fermanek giran de derbas bûn û hîna ax, keç û jinên wan di destê çeteyên DAIŞ’ê dene. Xêrî di dawiya axiftina xwede got ku ewê her di cejnên xwe de ber dewam bin û banga vegerê li gelê Şengalê yê ku ji warê xwe dûr ketî kir vegerin ser warê xwe. Keça bi navê Sînas Bironşo jî ev cejin li tevahiya gelê Êzidî pîroz kir û got : “Em bi hêvîne ku sala bê, em ê cejinê bi keç û jinên xwe yên girtî re pîroz bikin.” Hêjayê gotinê ye ku ev cejin bi sedsalan e ji aliyê gelê Êzidî ve tê pîroz kirin. 


SADIQ XELÎL / ŞENGAL