ÎBRAHÎM ÊZÎDÎ / ROJNEWS/ŞENGAL

Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Batizmiyê dest pê kir. Cejn wê heta roja yekşemê bidome.

Ne hemû Êzîdî Cejna Batîzmiyê pîroz dikin. Ji bilî Êzîdiyên Torê li Şengalê jî Êzîdiyên Eşîra Çêlka vê cejnê pîroz dikin. Cejn ji bo Tawisê Melek be jî, jê re “Cejna Pîrê Arî/Alî” jî tê gotin.

Pîrê Arî wekî temsîla Tawisê Melek tê zanîn ku di Êzdayetiyê de serokê melayîketan e. Lewma Batizmî ji bo 7 melayîketên xwedê, 7 rojan dewam dike. Yekşem “Roja Paqijiyê (Cilşo)” ye, duşem, sêşem û çarşemê jî rojî tê girtin. Lê roja dawiyê rojî heta nîvrojê ye. Piştî nîvrojî jî pîrozbahiya cejnê dest pê dike.

Roja çarşemê piştî nîvrojê “serbir” e. Di heman demê de her malbatek serbirekî taybet ji bo “Pariyan” serjê dikin. Di seribiran de 7 hestî tên veqedandin û ji van re “Parî” tê gotin.

Li gorî baweriyê dema serbir tê serjêkirin, pêwîste ev 7 hestî neyên şikandin û heta roja Şevberatê (şeva ku kes ranazê) ji wan nayê xwarin.

Paşê nanekî taybet ê bi navê “Sewik” tê çêkirin. Sewik bi hevîrtirşê ji mala Pîrê Çêlkan, tê çêkirin. Her malbatek, diçe mala Pîr û hevîrtirş tîne. Li ser Sewikan 12 nexşên ku temsîla 12 mehên salêne, tên çêkirin.

Roja pêncşemê malbat pêşwaziya mêvanan dikin. Heman rojê piştî nîvrojê jî malbat “Xwera” tînin malê. Xwera jî kulîçeyeke taybet ji bo Cejna Batizmiyê ye. Xwera ji aliyê Micêwir ê ji Eşîra Çêlka ve tê amadekirin û ji ardê ceh, kuncî û hêkên mirîşkan tê çêkirin. Ew tişta herî pîroz a cejnê ye û jê re dibêjin, “Xwerê Pîrê Arî”.

Taştêya Şêşims

Dema Xwera anîn nava malê, fitîl (find) li ser cihê Xwera tên pêxistin, malbat, her mêvan Xwera ziyaret dike. Êvara Înê (pêncşemê êvarê), xelk ranazê, ev “Şevberat” e.

Roja Înê malbat radizên û mêvan naçin malan. Roja Şemiyê dîsa malbat pêşwaziya mêvanan dikin. Roja dawî ya cejnê yekşem e.  Di berbanga sibehê de, beriya ku roj hilê, malbat taştêya “Şêşims” amade dikin ji ser û piyên  Serbirê pêk tê û li malên derdora xwe belav dike. Piştre malbat dezî amade dikin. Dezî ji pembû ye, pirr zirav e. Tayekî deziyê sor û tayekî spî li hev tê hûnandin. Piştî dezî hat belavkirin, cejn nîvrojê bi dawî dibe û Xwera tê rakirin.