Êzîdiyên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê koçberî Helebê bûne, cejna Xidir Ilyas li tevahiya êzidiyên li cîhanê pîroz kirin û gotin: “Cejna Xidir Ilyas cejna hêviyên ciwanan e. Hêviya ciwanên Êzîdî jî rizgarbûna Efrînê ye.”

Li gorî salnameya rojhilatî Pêncşema yekemîn ji meha Sibatê Êzidî cejna Xidir Ilyas pîroz dikin. Destpêkê 3 rojan rojî digirin û di wan rojan de nabe goşt bixwin.

Piştre Bêxwîn ji 7 danên bingehîn çêdikin; nîsk, nok, ceh, genim, baqil, garis û dendika berbero. Van danan bi hev re dibirêjin û piştre bi destarê destan dihêrin.

Êzîdiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê cejna xwe ya Xidir Ilyas pîroz dikin.

Girêdayî wê jina bi navê Xatûn Cemo ya ji gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê cejna Xidir Ilyas li tevahiya civaka Êzîdî pîroz kir û got: “Ev cejn ji bo me girîng e. Ji bo xêr û bereketê jinên ciwan Bêxwîn ji danên bijartî çêdikin.  Beriya Efrîn were dagirkirin, civaka Êzîdî cejna Xidir Ilyas bi coş pîroz dikirin û Bêxwîn bi destar dihêran. Lê piştî dagirkirina Efrînê çêja cejnê cuda bû. Şênî êdî nikarin serdana gorên pîroz bikin.”

Li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê jî cejna Bêxwîn hat pîrozkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN