
Sîh salên dawî girêdayê xwurtbûn û bihêzbûna Tevgerarizgarîxwazî Kurd rojên xwe yên girîng, cejnên xwe yên ku heta berî bi demekê binehênî û di nav xelekên biçûk û çendkesî de pîroz dikirin û li ser dîrok, orjînalîte û çêbûn û pêdebûna wan zêde ne xwedî agehdarî bûn, salên dawî bi awayên girseyî, di televizyonan de, di şahiyên çendhezar kesî de, ne bi tenê pîroz dikin, belê ewçendî jî ji bo wan kûrtir û heralîtir nas bikin di nav xebatekê de ne.
Yek ji van roj û cejnên sal bi sal coxrafya pîrozbayên xwe fireh dike û bi hatina xwe tevger, liv û bizavekê tîne pê, Cejna Çarşema Sor e. Cejna Çarşema Sor bi çend navan tê binavkirin û bibîranîn: Wek Cejna Melekê Tawis, Cejna Serê Nîsanê, Cejna Serê salê û Hwd. Li gora bîr û bahweriyên pêşiyên Kurdan û Kurdên Êzîdî cîhan di roja Çarşema sor de çêbûye, herwiha xêr û bereket ketiye axê. Wekî din wek roja aştî û aramiyê jî tê naskirin. Roja rengguhertina xwezayê ye, bi gelek aliyên xwe xwediyê heman wesfan e ku li Newrozê têne barkirin. Tu li eslê wê binerî Cejna Çarşema Sor û Cejna Newrozê bi gelek aliyên xwe, bi aliyên xwe yên mîtolojîk nêzîkî hev in. Ji ber ku di bingehê herduwan de jî kultura arî û erd û axa gelên arî li ser dijîn heye, herdû jî ji heman kanî û serçaviyê bixwedî dibin. Cejna Çarşema Sor ji bo Kurdên Êzîdî cejna helî mezin û helî xwedîwate ye. Dîroka pîrozkirina wê gelekî kevin e. Ji dîroka qedîm de wek Sersala Kurdî tê pîrozkirin. Herwiha ew ji bo giş gelê Kurd ne bi tenê ji bo Kurdên Êzîdî belê ji bo tevahiya Kurdan çand e, wêje û ziman e.
Cejna Çarşema Sor nirxeke gelê Kurd e. Her Kurd pêwiste xwedîderkeve lê, wê biparêze û parastina wê bi tenê ji Kurdên Êzîdî re nehêle. Aliyekî vê Cejnê wek piraniya cejnên qedîm mîtolojîk e, girêdayê bahweriyên kevin û berî bi çend hezar salan e. Li gora bahwerî û mîtolojiya êzdiyan berê cîhan giş av bû. Bi diyarbûna milyaketên Xwedê re dinya tê meyandin, dikeve qonax û asteke din. Ev dema meyandinê ew dem e ku Melekê Tawis ji ezmana nazilî erdê bûye, ango daketiye. Ji ber vê jî li gelek deveran ev cejin wek cejna Melekê Tawis jî tê pîrozkirin.
Di gotareke xwe de Şêxadî wiha dibêje:
Çarşem rojeke fadil e
Tawisî Melek afirandiye ji eşq û dil e
Bar tê nebê kesê ku î xafil e
Deng yek e û hezar reng e.
Di vê cejnê de, basimbar (ji ben rengê kesk, sor û zer) tê çêkirin. Wateya basimbar xêr, bereket, pêşîlêgirtina qeda û bela ye. Basimbar li destê jin, mêr, qîz, zarokan, zadan, daran û hwd bi her tiştekî pîroz ve tê girêdan. Meha Nîsanê hem destpêka şênbûna xwezayê ye û hem jî bûka salê ye.
Di vê cejnê de, baqên kulîlkên rengareng ji xemla Nîsanê bi her cîyekî pêwist û girîng ve têne daleqandin.
Di meha Nîsanê de Kurdên Êzîdî bûkan dernaxin ji ber ku bûka salê bi xwe meha Nîsanê ye. Di van rojên ku em cejna Çarşema sor pêşwazî dikin, gelek bûyer li welatê me diqewimin, hê jî aştî û azadî nehatiye ser xaka welatê me. Êzîdî jî wek piraniya gelê Kurd, di roja me de hê jî li çar aliyên cîhanê ji hemû mafên xwe bêpar in, koçber , sorgon û derbeder in.
Civaka Êzîdî ne li ser xaka xwe û ne jî li diyasporayê hê nebûye xwediyê mafên xwe, xebata ji bo mafên xwe hê berdewam e. Cejna Çarşema Sor li gelê me yê Êzîdî û her Kurdî li welat û li derveyî welat pîroz be.
MÎRHEM YÎGÎT