Komeleya Çanda Suryanî bi dirûşmeya "Şaristaniya doh… em her roj dijîn, da ku paşeroja Sûriyê xêz bikin“, şahiya sersala Babiliyan "Cejna Ekîto" li bajarê Hesekê li dar xist.

Şahî li Xwaringeha Nuxba bi beşdarbûna pêkhateyên Suryan, Ereb, Kurd, Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo û Hevserokê MSD‘ê Riyad Derar hat lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê, hevserokê MSD‘ê Riyad Derar axivî, Cejna Ekîto li Suryaniyan pîroz kir û got, "Pêkhateyên Suryanî hîmekî sereke yê avakirina Sûriyê ne, em bi Suryanî û şaristaniya wan li herêmê serbilind in.

Me dikarî çeteyên DAIŞ‘ê li herêmê tine bikin, lê şaneyên wê yên veşartî hîna hene. Em niha dixebitin da ku îdeolojiya wan tine bikin, lê ji hemû pêkhateyên herêmê tê xwestin ku xebateke hevpar bidin meşandin da ku fikra DAIŞ´ê tine bibe û ruhê biratî û hezkirinê dîsa geş bikin."

Bi şahî û govendê

Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryanî, Gabreyêl Şemûn jî got, "Em bejna xwe li hemberî şehîdên QSD‘ê ditewînin ku bedena xwe kirin pir da ku em bi azadî Cejna Ekîto pîroz bikin. Di roja Ekîto de em hemû bibin yek û Sûriyeke demokratîk û pirreng ava bikin."

 

ANHA / HESEKÊ