Saziyên civaka Êzidî yên li Ewrûpayê bi daxuyaniyeke hevpar cejna Êzî pîroz kirin.

Bi wesîleya Cejna Êzî Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî, Navenda Yekîtiya Êzidiyan, Hevgirtina Ciwanên Êzidî, Navenda Çanda Êzidxanê, Meclîsa Şengalê ya li derveyî welat, Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê û Meclîsên Gundên Bakurê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em, saziyên civaka êzîdî li Ewrûpayê, Cejna qedîm a Êzî li civaka Êzîdî û tevahî gelên Rojhilata Navîn û Mirovahiyê pîroz dikin û bi vê wesîleyê di wê baweriyê de ne ku tifaqa gelan wê jiyana azad û demokrat mîsoger bike. Cejn li tevahî cangoriyên 73 Fermanan û doza azadiyê pîroz û bimbarek dikin.”

Cejn lihevhatin, aramî û hezkirin e

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku cejn xwedî wateya lihevhatin, aramî û hezkirinê ye û hate gotin, “Nirxên nasnameya olî û çandî bi rojiyan û cejnên wan tên parastin û geşkirin. Ji bo civaka Êzîdî ku xwedî nasnameyek resen û kevnar e, navê din a heqîqetê ye û bi bedelên giranbuha heya roja îro hatiye, wateya cejn jiyanî ye.”

Divê di serî de hemû pêkhateyên saziyên civaka êzîdî bi avakirina tifaqa hindirîn xwedî li nasnameya xwe a pêşengtî derbikeve û civaka xwe li beramberî siyaseta qirêj a hêzên xêrnexwazan biparêze.

Tenê li ser esasê tifaq û bi rêxistinbuyînê em ê bikaribin vegera axa xwe ya pîroz mîsoger bikin û wiha li Êzîdxana xwe xwedî derbikevin.

 

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN