Yarsanan dest bi pîrozkirina Cejna Hinaran kir. Cejna Hinaran ango Xawenkar li ser gora Baba Yadgar ya li gundê Zerdê ya Dalahoyê tê pîrozkirin. Baba Yadgar yek ji pîrê Yarsan e. Sê rojan bi ayînên cûrbicûr cejn didome. Xawen tê maneya xwedî û Xawenkar tê wateya xwedîderketinê. Di Cejna Xawenkar de Yarî ango Pîrên Yarsanan dikevin nav gel, bi diayên xwe reng didin cejnê û 3 rojên cejnê tim li nav gel dimînin. Pîrozbahiya cejnê bi çêkirina xwarinê dest pê dike û li gorî baweriyê, Pîr xwarinê hazir dikin. Piştî ku xwarin tê hazirkirin, gel jî bera dawî ya ku sirûştê beriya dawiya salê dayî wan, ango hinaran li gel xwe tînin û li ser sifrê datînin. Bi vî rengî cejn dest pê dike. Piştî xwarin û hinaran, bi hezaran Kurdên ji baweriya Yarsan, Kakaî û Feylî di cejna Xawenkar de diçin ser Tirba Siltan Îshaq. Ayîn bi şev û roj, bi lêxistina tembûrê û gerandina semahê didome. ANF / DALAHO