Di dîrokê de ji bo hemû gelan hîn rojên girîng û pîroz hene. Ji bo gelê Kurd jî yek ji rojên herî pîroz roja Newrozê ye. Di wê rojê de gelê Kurd, di her qada ku lê dimînin bi agir, roja azadiyê pîroz dike û li dora agir de govenda têkoşînê digerînin. Ji bo gelê kurd Cejna Newrozê ne tenê pêşwazîkirina biharê ye, di heman demê de pêşwazîkirina roja azadiyê ye jî.
Di serdema Asûran de gelê Kurd dibin zordestiyeke gelekî giran de bû. Her roj dagirkeran êrîşî welatê Kurdan dikirin. Wekî çawa îro dewleta Tirk li ser Kurdistanê hemû nirxên mirovahî yê bin pê dike, wê demê jî Dehaq heman tişt dikirin. Ji bo gelê Rojhilata Navîn ji vê tofanê rizgar bibe, bi pêşengtiya Medan de êrîşî kelha zilmê kirin. Bi berxwedaneke bêhempa kela dagirkeran rûxandin û bi agirê mizgîniya azadiyê gihandin dilê bindestan. Ji bo wê agir û Newroz bûye têkoşîn û azadî.
Rêheval Mazlum Dogan di zindana Amedê de li dijî Dehaqên îro ev agirê azadiyê careke din bi sê darikên niftikê pêxist û têkoşîna rewa û mafdar a gelan bi ruhê Kawayê Hesinkar da destpêkirin.
Gelê Kurd îro jî bi ruhê Kawayê Hemdem Mazlum Dogan li çar parçeyê Kurdistanê bi berxwedaneke bêhempa dimeşîne ku cîhanê matmayî dihêle. Gelê Kurd, serî li hemberî dagirkeran danayîne. Ji bo wê jî dewlet û hevkarên wê DAIŞ, wisa bi hovane êrîşî gelê Kurd dikin. Lê çawa bi pêşengiya Medan kela zilmê û ya dagirkeran hat rûxandin û çawa Kawayê Hemdem Mazlum Dogan li hemberî zilma dagirkeran serî dananî û di dilê dagirkeran de bû tirs û xof, wê roja me ya îroyîn de jî bi ruhê şehîdên Cizîr, Sûr û tevahî şehîdên Kurdistanê, kela dagirkeran bê rûxandin. Dewleta dagirker çiqasî bi hovane êrîşî gelê kurd bike jî êdî nikare agirê Newrozê bitefîne. Ji ber ku êdî di dilê tevahî zarokên kurdan de ruhê Apocîtiyê heye. Ev jî dide îsbatkirin ku tu hêz nikare pêşiya meşa azadiyê bigire. Çawa di dîrokê de bi pêşengtiya Medan de li hemberî Dehaqan serkeftin hat bi dest xistin, niha îro jî wê dîsa bi pêşengtiya gelê kurd gelê Rojhilata Navîn rizgar bibe.
VEYSÎ KAYA / Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar-Buca / ÎZMÎRÊ