Cejna Pîr Şalyar, yek ji cejnên herî kevnare ya Kurdan e. Xelkê deverê dibêje, dîroka wê digihe serdema beriya Îslamê. Ev cejn bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê xwedî giringî ye.

Bi hatina yekem çarşema Çile yê zivistanê re, xelkê Hewraman ji Rojhilatê Kurdistanê berê xwe didin Hewramana Text (navend), ji bo cejna hezaran sal a Pîr Şalyar pîroz bikin. Cejn bi belavkirina mewîj û lêdana defa derwêşan dest pê dike. Heman cejn di demsala biharê de jî tê pîrozkirin.

Nêzî hezaran sal e ku xelkê Hewramanê, Pîr Şalyar bi bîr tîne. Pîr Şalyar yek ji 99 pîrên bi nav û deng ên Hewramanê ye. Xelkê Hewramanê vê cejnê 3 rojan bi merasîm û çalakiyên cuda pîroz dike.

Merasîmên kevin ên Pîr Şalyar ji aliyê rûniştvanên Hewramana Text ve bi girtina govenda Pîr Şalyar bi nav û deng e. Her sal ev cejn, zivistanê di Çile de tê pîroz kirin. Wekî çandekê di vê cejnê de kesên beşdar li defê dixin, stran û awazên taybet ên girêdayî vê cejnê dibêjin.

Govenda Pîr Şalyar

Dîroka govenda Pîr Şalyar heye û li gorî welatiyên herêmê; Qralê Buhara qîzek pir ciwan a binavê Şah Bihar Xatun hebû, lê di axaftin û bîhistinê de zehmetî dikêşa. Ji bo derman bibe, wê dişînin cem Pîr Şalyar. Heger Bihar Xatun baş bibe wê destûra zewicînê bihata dayîn ku bi Pîr Şalyar re bizewice. Piştî demeke dirêj derman dibe, baş dibe. Bi Pîr Şalyar re dizewice. Lê ji ber ku Pîr Şalyar hejar bû derfeta wî nebû ku daweta xwe bike. Lê ji ber ku Pîr Şalyar di nava gelê Hewramanê de dihat heskirin û qîmetekî xwe li cem xelkê hebû, tê gotin, hemû xelkê Hewramanê ji Pîr Şalyar re daweteke gelek xweş û bi nav û deng dike.

Cejna Pîr Şalyar wekî mizgîniyeke dawî ya hatina sermaya Zivistanê jî tê pênase kirin. Di vê cejnê de jinên Hewramanê hem diyariyan werdigirin hem jî nanekî taybet ku li Hewraman jêre dibêjin ‘Gitemije’ çêdikin û li kesên beşdar leva dikin. Xelkê deverê, diçe ser gora Pîr Şalyar.

Di roja dawî a vê cejnê de heta derengiya şevê xelk govendê digerîne û çend saetekî jî li ser gora Pîr Şalyar dimînin. 

 

 NAVENDANÛÇEYAN