
Şahiya 40. saliya damezirandina PKK’ê li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi şahiyeke bi heybet û coş tê pîroz kirin. Şahiya nava rojê destpêkirî, wê heta derengiya şevê jî bi bernameyên cûrbecûr yên hunerî dewam bike.
Bi boneya 40. sala damezrandinê ya PKK’ê li Wargeha Penaberan a Mexmûrê şahiyeke bi heybet û bi coş a bi beşdariya tevahî xwendekar, mamoste, sazî û dezgehên Mexmûrê û hemû niştecihên wargehê pêk tê.
Şahiya pîrozbahiyê bi dirûşmên ‘Bijî PKK, Bijî Rêber Apo, Şehîd Namirin’ û bi hildana posterên Ocalan û alên PKK’ê, KCK-KJK'ê destpê kir. Meydana şahiya giştî bi alên PKK, HPG û Tev-Demê hat xemilandin. Şahiyê saet 13:00’an dest pê kir û wê bi bernameya siyasî û hunerî heta saet 20:00´an dewam bike.
ROJNEWS / MEXMÛR