KNK’ê Cejna Qurbanê li hemû alema Îslamê bi taybetî li gelên Kurdistanê pîroz kir û got, “Em bi hêvî ne ku gelê me wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad cejnên xwe û şahiyên xwe pîroz bike.”
Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya Cejna Qurbanê peyamek weşand, cejna qurbanêî pîroz kir û îşaret bi rewşa zehmet a Kurdistan û Kurd di navê de kir. KNK´ê got, “Mixabin di pîrozkirina Cejna Qurbanê de, sosret ew e ku yên bi êrişî dajon ser gelê me jî, ne bi tenê xwe Misilman didin xuya kirin, xwe serokên-rêberên Misilmanan didin nîşan. Roja cejnê jî, wê dîsa derkevin ber kamerayên televizyonan û bi derewan bibêjin, Misilmanên qenc û xêrxwaz em in, û bixwazin zalimtiya li ser gelê me didin meşandin, bidin veşartin.”
Gelê me nema bindestiyê qebûl dike
KNK’ê destnîşan kir ku gelê Kurd bûye xwedî hişmendiyeke mezin û di nava têkoşîneke neteweyî ya demokratîk a hemdemî de: “Êdî ne xwazokê ber deriyê zaliman e û nema bindestiyê qebûl dike. Êdî bi tenê hêviya xwe bi xwe û rêberê xwe û têkoşerên xwe dike.”
KNK’ê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Bi vê munasebetê em cejna Qurbanê, di serî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li hemî alema Îslamê pîroz dikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN