Li bajarê Elmanyayê Erlangenê cejna edebiyatê û şiirê heye. Her sal qederê 12 hezar mirovan beşdarî vê çalakiyê dibin. Îsal bêhtirî 100 nivîskar û şairî wê di cejnê de amade bin. Ev festîvala bi navê cejn, îsal cara 39´an wê dawiya Tebaxê bi rê ve biçe.
Yek ji mêvanên sereke yê festîvalê jî Bextiyar Elî (Bachtyar Ali) ye. Wekî din ji şairên navdar ên Ewrûpî û dinyayê Dagmara Kraus, Sinéad Morrissey, Tomasz Różycki, Kārlis Vērdiņš û weşnager Italiano û Jan Wagner wê pirrengiya şiira Ewrûpayê 29´ê Tebaxê bidin nasîn. 30´ê Tebaxê nivîskar Monika Maron wê bi Dirk Kruse re li ser jiyan, berhem û romana xwe ya nû bipeyive. Heman rojê nivîskar Ulrike Draesner bi Maike Albath re sohbetê dike.
Roja dawiyê, yanî 1´ê Îlonê Cornelia Zetzsche bi nivîskarê Kurd ê rastiya efsûnî Bextiyar Elî re bipeyive.
Di festîvalê de wê gelek xwendinên helbestan bên kirin 31´ê Tebaxê û 1´ê Îlonê, Wekî din zarok û ciwan nehatine jibîrkirin: ji bo wan Christina Erbertz, Mario Fesler, Bob Konrad, Martin Muser, Elinor Weise, Nina Weger û Martina Wildner wê ji berheman bixwînin.
ERLANGEN