Rêxistina Êzîdiyan a ku li paytexta Rûsyayê Moskovê dixebite, cejna Xidir Nebî Ilyas ku weke cejna Êzîdiyan tê zanîn, pîroz kir. Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim, Wekîlê Gorran Şêrko Hama Amîn Qadir, Wekîlê YNK’ê Izzet Sabîr Ismaîl, nûnerên saziyên Kurd ên ku li Moskovê, cara pêşî bi tevlîbûna çar parçeyên Kurdistanê cejna Êzîdiyan pîroz kirin ku weke cejna pêşî ya salê tê zanîn.

Pîrozkirin bi rêzgirtina ji bo cangoriyên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştre Serokê Êzîdxanê Egîdê Fero axivî û got, "Piştî ku Êzîdxan rizgar bû cara pêşî ye ku pîrozbahiyeke wiha tê kirin û hebûna mêvanên me ya ji çar parçeyên Kurdistanê ya li vê cejnê ji bo me rûmet e. Ji bo ku em cejna pêşî ya salê ya di baweriya Êzîdiyan de ku cejna herî kevn a gelê Kurd e, bi hev re pîroz dikin, em pirr şad û bextewar in. Em hêvî dikin ku ev yekbûna me bibe sedema azadbûna Kurdistanê."

Piştî axaftina Egîdê Fero mêvanên ku li cejnê amade bûn hîs û ramanên xwe vegotin. Piştre xwarin, şîranî hate dayin. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû. 


ANF / MOSKOV