
Bi Kurdan re pîroz kirin
Li Dêrikê jî welatiyên xirstiyan çûn dêran û tevlî merasîmên olî bûn. Zarokan bi kincên xwe yên nû kolanên Dêrikê xemilandibûn.
Li Dêra Mao Şemûnî merasîmek hate lidar xistin û nimêjên olî hatin kirin, her wiha Kildanên bajêr jî li Dêra Mar Circis merasîmên olî lidar xistin û Keşe Malik Melûs Wez û qewil xwendin. Welatiyên kurd çûn serdana cîranên xwe yên xiristyanî û cejna wan pîroz kirin. Li Bajaroka Til Temir jî xiristyaniyên ku piraniya wan Asûrî ne çûn dêrê û tevlî merasîmên olî bûn.
NAVENDA/NÛÇEYAN
TEV-DEM´ê cejna Xiristyanan pîroz kir
Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM cejna ji nû ve vejîna mesîh û cejna sersalê li hemû welatiyên Xiristiyan ên Rojavayê Kurdistanê û cîhanê pîroz kir.
Bi boneya cejna ji nû ve vejînê ya pêxember Îsa û sersala nû, TEV-DEM’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û cejn li hemû welatiyên Xiristiyan pîroz kir.
Di daxuyaniya TEV-DEM`ê de wiha hat gotin: "Di vê dema ku gelê me yê Sûriyê şerekî dijwar dijî û welat wêran bûye de, zarokên pêxemberê aştî û hezkirinê û hemû welatiyên din ên Sûriyê gelek êşê dikşînin û gelek ji wan neçar mane ku koçber bibin. Her wiha gelek cihên pîroz hatine wêrankirin û oldar jî hatin revandin."TEV-DEM`ê wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Em bi hêvî ne ku sala nû mizgîniyên xêrê bi xwe bîne, şerê li Sûriyê raweste û azadî û aştî li seranserî welêt serdest bibe."
ANHA/QAMIŞLO
Peyama YPG’ê ya cejnê
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên parastina Gel YPG cejna xirîstiyanan li hemû xirîstiyanên li Rojavayê Kurdistanê û cîhanê pîroz kir. Di daxuyaniyê de zayîna Hz. Îsa wekî roja aştî, biratî û aramiyê hate binavkirin û cejna xiristiyanan ku bi boneya zayîna Hz. Îsa pêk tê li hemû mirovahiyê hate pîrozkirin. Di berdewama dexuyaniyê de derbarê rewşa Sûriyê de agahî dan û hate gotin ku rojane bi dehan kes li seranserê cîhanê û Sûriyê jiyana xwe jidest didin û wiha hate gotin: "Di van deman de herêmên Rojava di bin navê ol de rastî êrîşên nijatperest tên. Di vê demê de metirsî li ser hemû mirovahiyê ye û îro gelê me ji hemû demê zêdetir pêdiviya xwe bi aştî, aramî, biratî û jiyana hevbeş a di nava hemû pêkhateyan de heye."
Parastina bê cûdahî
Di daxuyaniyê de hate hêvîkirin ku sala nû bibe sala aştî, aramî û sala bidawîanîna li şer, tundî, kuştin û koçberiyê û hate gotin: "Em hêvî dikin ku sala nû bibe sala biratî, aramî û jiyana hevbeş." Fermandariya Giştî ya YPG'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ewê bi hemû derfetên xwe parastina hemû pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb û xiristiyanan bikin û wiha dom kir: “Armanca me ewe ku em herêmê dûrî şer û nakokiyan bixin. Aramanca me ew e ku herêm aram bibe." Di dawiya daxuyaniyê de careke din zayîna Hz. Îsa li hemû gelên cîhanê û xiristiyanên Rojava hate pîrozkirin.
ANHA/QAMIŞLO