YAQOB TILERMENÎ
Her ku navên çekan (sîlehan) têne hildan, romana Ernest Hemingway a bi navê ‘Bi Xatirê Çekan’ tê bîra min. Ligel wê jî, bêdengkirina çekan, rawestandina şeran, helandina hesin û çîçekên di devên lûleyên tifingan de têne ber çavên min. Hemingwayê li odeyekê tikûtenê bi çekê xwe kuştî.
Ernest Hemingway tehlûke bi serê wî de hatine û ji du qezayên balafiran sax filitiye, havîna1961’ê li odeya xwe bi ‘xwekuştinê’ xatir xwestiye. Lehengê romana wî yê ji şer hez nake, Henry Tenente weke qehremanekî bitir digel ku hêla dijşer a Hemingway diteyisîne û Hemingway bixwe tevlî şerê Cîhanê yê Yekemîn bûye, di jiyana hêsan a bê şer de çûye Efrîkayê nêçîrvanî kiriye, ji mirinê filitiye. “Mirina Li Dû Nîvro” û “Yên Qezenckar Tiştekî Bi Dest Naxin” du romanên wî ne û weke navên pirtûkan dişibin kurteya jiyana wî.
Îcar; Ûris çekan hildiberînin, Îsraîlî çekan çêdikin, Ewropî bi çekên navdar têne zanîn, Emerîkî di vê meseleyê de di ser xwe re çûne, Çîn û hin welatên Asyayê li pêş in, lê gelek welatên aborîxurt, Îranê bi çêkirina çekên nukleerî tawanbar dikin. Sedam Husên bi vê tawanbariyê tine kirin, Sûrî bi vê mebestê dagir kirine. Hasilî kelam, “çek” gotineke bizotî ye û agir bi her zimanî û bi her derê dixe.
[caption id="attachment_139589" align="alignright" width="364"]
Ernest Hemingway[/caption]
Li vir tişta mirov diheyirîne, ne meseleya hebûna çekan e; her kes baş dizane ku sersebeba hebûna wan û sedema çêkirina wan, ji bo kuştina mirovan e. Û jixwe kuştina mirovan ne li ser bala ti dewletan e jî. Ew bi vê armancê çekên xwe yên xwedî patent hildiberînin û di bazarê de hespên xwe bi pozbilindî dibezînin. Jixwe, ne hedê ti kesan e ku hilberîna çekan weke sûcê herî mezin ê li dijî mirovatiyê bihesibîne. Û jixwe, komelên mafên mirovan ên nav cûrbicûr jî, ev rastî pejirandine: Kuştina mirovan sûc dihesibînin, hebûna çekan rewa dibînin.
Ecêba ser ecêban; ne kuştina mirovan, ne jî hebûna çekan e. Ecêb ew e ku her welatê xwedî çekên taybet, “nefirotina çekan” weke gefê bi kar tîne û vêya jî bi xeftanê parastina mafên mirovan dipêçîne. Dewleta Tirk, hemwelatiyên Kurd bi çekên Ewrûpiyan dikuje, dewletên Ewrûpî carinan li dijî van kuştinan derdikevin û behsa ambargoya nefirotina çekan dikin. Erebîstana Siûdî rojnamevanekî xwe bi eşkereyî dikuje, Elmanya bi sebeba eşkerekirina wê kuştinê, gefa “biner, biner! heger tu kiryara xwe eşkere nekî, ez nema çekan difiroşim te ha!” dixwe. Jixwe, dê mirov jî bipirsin û bibêjin, “te çek nedaya wan, wan ê jî ev kuştin pêk neanîbûna.” Tew çekên Erebîstana Siûdî li ser welatê Yemenê bi kar anîn û pê qirra Yemeniyan anî, nabe mijar jî. Yên bi pereyên pirr, çekan distînin, welatên cihana sêyemîn in, yên pereyên pirr qezenc dikin, welatên cîhana yekemîn in.
Romana “Bi Xatirê Çekan”, serpêhatiyên şer ên serbaz Henry Tenente yê di Herba Cîhanê ya Yekem de û evîndariya wî ya li hemberî nexweşnihêr Catherine vedibêje, lê mijara bingehîn a romanê madxelîna ji şer a Tenente ye ku rojekê ligel Catherineyê ji şer direvin û di Çemê Orionê re derbasî Swîsreyê dibin û li dû îfadedayîna polîsan, derbasî oteleke bajarê Montreauxê - fena penaberên ku îro jî digihîjin Swissreyê - dibin. Îcar; heger em dixwazin hînî sebebên bingehîn ên hilberîna çekan bibin û li hemberî ew qas êşên giran ên li derdora xwe jî hîna guhnedêr bin, romana Ernest Hemingway a di refikên pirtûkxaneyan de li hêviya xwendinê ye û weke mijareke îroyîn aktuel e. Durûtiya welatên mezin (!) jî, hîna aktuel e...