Di sersaxiyê de her wiha birayê Sezgîn Akgul, Umît Akgul (Agir Serhad) ku di heman salê de jiyana xwe ji dest dabû jî hate bîranîn.  Merasîm ji aliyê malbata Akgul ve hate organîze kirin. Serdanên sersaxiyê roja şemî û yekşemê  li navenda Komeleya Çand û Hûnera Kurd a Mezopotamya yê bi tevlîbûna malbata şehîdan û gelek Kurdistaniyan pêk hatin.

Di sersaxî û bîranînê de li ser navê Meclîsa Gel a Herema Stuttgartê hevserokê Meclîsê Memet Orak axiftinek kir û girse di derbarê girîngiya şehîdan a di nav Tevgera Azadiya Gelê Kurde agahi dan û pevajoya nu jî nirxand.
Dîsa di merasîma sersaxiyê de,li ser navê malbatê xalê Sezgîn û Umît Akgul Şexmus Ozçelîk mafê axaftinê girt û girse silav kir û derbarê kurte jiyana Çekdar Amed(Sezgîn Akgul) û Agir Serhad(Ümit Akgul)de hin agahdarî dan. Ozçelik, da diyarkirin ku piştî gundê wan ji aliyê dewletê ve hate şewitandin,ew koçî Mêrsînê bûne û her wiha şewitandina gundê wan bandora xwe li ser her dû xwarziyê wî kiriye û ew tevlî nav refê gerîlla bûne.
Nûnera  Komisyona Jinan a Stuttgartê jî di dema bîranînê de axifî û bal kişande ser nêzîkbûn û hêzdayina gelê Kurd a pêvajoya nû.   Di bîranînê de bave Meryem Çolak helbestvan Seydo Hazar (Kalo) helbesta bi navê "şehîd" wend û girse xemgîn kir. Sersaxiya du rojan bi xwendina mevlûdê ji aliyê endamê Civaka Îslamiya Kurd (CÎK) ê Mele Sebrî û belavkirina xwarinê ji bo girse yê bi dawî bû.


ABDURRAHMAN KARATAŞ/STUTTGART