Wek tê zanîn, berxwedanî, bi derfetên asayî ve çênabe. Bi sazkirina teorîk ve jî şîn nabe berxwedanî... Berxwedanî; bi zanyarî, bi ramangerî û bi têgihîştinê ve pêdiviya xwe nîşan dide, ji mêjû û hişmendiyê pêyda dibe û di her qada jiyanê de bi vînê, bi îrada însanê ve xwe ava dike, saz dibe, li gorî rewşê jî hin xebat û hewldanên zor û dijwar ve dimeşe. Sînema jî perçek ji jiyanê, wek jiyan bixwe ye. Hin caran ji bo çêkirina sînema şert û merc nabin.  Gelek sînemagerên Kurd, di van salên dawî de xwedî hewldanên kişandina çirokên xwe ne, lê ji van sînemageran kêm kes dikarin filîmek çêkin, yên din, an di bin hewldanên xwe de çal dibin an jî keftûleftandina xwe dimeşînin. Gelo em çi bikin? Bi çi rengî ji xwe û ji çîrokên xwe re rêyek bibînin ku proja xwe çêbikin. Ka werin em bi mînakeke jiyanî ve ev pirsê bibersivînin. Wek mînak; em biçin 40 sal berî vî... Sal 1970, wan deman e... Yilmaz Gunêy bi mêjiyeke xurt, bi asoyeke fireh û vekirî, bi xwestekeke zelal ve ketibû nav sînemayê Tirk û dixwast ji xwe re rêyeke ewleh bibîne, rêyeke biderfet, rêyeke vekirî ku sînemayê xwe ava bike. Dê çi bike îja? Gunêy jî di kargehên sînemagerên Tirk de xebitî, lê bi derfetên sînemaya Tirk qayîl nebû, hewldaneke cûda meşand, nêrîn û têgihîştina xwe li ser sînema hê fireh, tûj û xurt kir, gav bi gav dest bi sînema ya xwe kir. Gava ku Yilmaz Gunêy dest bi sînemaya xwe kir jî, êdî tu kesekî nekarî bû wî bisekinîne.
Hin sînemagerên kurd hene, ji şiyarbûna Kurdistan bêhay in û di beşên rêzefilîm û sînemayên Tirk de cih digirin. Hin hene hê ji boçikên desthilatdaran girtine, bi tu rengî bernadin, li gorî mebest û xwestekên wan filîman çêdikin. Hin sînemager hene di nav Rêxistinên Tevgera Rizgar de ji xwe re dikarin cih bibînin û ew cihê xwe her tim qewîn bigirin, hin sînemager hene ku car carina şêwaza wan bi tevgerê ve li hev tê hin car li hev nayê. Her wisa di navberê de û bi hewldaneke kesanî dixebitin, hin hene ku di van şert û mercan de nikarin sînema çêbikin û di beşeke din de şansa xwe diceribînin û pêywirên xwe ya welatparêzî didomînin, û hwd...
Ê niha di vî mercê de pêdivî çiye? Li gor min pêdivî, ji bo van hemû sînemageran navendeke balrakêş û kêşînerî avakirin e. Navendeke bi hişmend, navendeke xwedî şêwazeke têgihîştî, navendeke hilberînerî, navendeke huner û xebatê re vekirî, û di heman demê de xebatkar, jîrek, bi babetên xwe ve mînak, bi gotin, rexne û xebatên xwe ve rêşînas û bi şêwazê xwe ve berxwedêr...
Îro taybet jî roja sînema ya çîrokên Kobanê ye. Ji ber wê ez dibêjim, yên ku dixwazin li ser sînema ya berxwedaniyê gotinên xwe xurt, bi bandor û qewîn bêjin, îro mîkrofon ne li vir e, kursî ya gotinê, bi mîkrofoneke dengbilind ve îro li Kobanê damezrandî ye. Taybet jî îro dengê sînemagerên Kurd, hewceye ku ji Kobanê dengvêde.