CAFER CAFO/XANDÎ ELO / ANHA/ŞEHBA
Endama Komîteya Amadekar a Mihrîcana Mîtan a Şanoyê a 4ʼan, Rûmet Beko anî ziman ku lidarxistina mihrîcanê di şert û mercên koçberiyê de serketineke mezin e û xebatên şanoyê zindî dike.
Xebatên şanoyê yên serê pêşî yên li Efrînê bi tenê bi skeç û lîstikên kurt bi beşdariya çend kesên bûn; ew di şahî û pîrozbaiyên Cejna Newrozê de dihatin nîşandan.
Bi destpêka şoreşa Rojava û rizgarkriina Efrînê re bendên ku rejîma Baas li ser pêşketina xebatên şanoyê ferz kiribûn, ji holê bûn.
Rûmet Beko li ser mihricanê û rewşa şanoyê got, hizra mihrîcana şanoyê sala 2014‘an derketiye holê û piştre navê “Mihrîcana Mîtan a Şanoyê” pêk hatiye.
Pê re, komên ciwan ên alaqedarî şanoyê dest bi bipêşxistina şanoyê dikin. Ji bo vê dewreyên perwerdeyê yên şanoyê û nivîsanina metnên şanoyê tên organîzekirin.
Tevî zehmetiyan û derfetên kêm, karê şanoyê bi pêş ve çû û sê dewrên serketî yên Mihrîcana Mîtan bi rê ve çûn. Heya destpêka sala 2018‘an, dema ku Tirkiyê dest bi êrişan ser kantona Efrînê kir û kanton dagir kir.
Piştî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê di nava şert û mercên koçberiyê de Desteya Çand û Huner bi koordîneya Tevgera Çand û Huner a kantona Efrînê dika şanoyê “Çiyayê Kurmênc” ji nû ve ava kir. Ha li ser vê dika şanoyê Mihrîcana Şano ya Mîtan li dar dikeve.
Rûmet Beko anî ziman ku lidarxistina Mîhrîcana Mîtan li kantona Şehbayê di nava şert û mercên zehmet de serketineke mezin e got, “Piştî êrişên dagirkeriya Tirk û koçberbûna sivîlan a ber bi kantona Şehbayê pêşketina xebata şanoyê rawestiya, pirsgirêk zêde bûn, ji wan kêmbûna hejmara lîstikvanan û zehmetiyên ji nû ve avakirina dika şanoyê hebûn. Lê rexmî vê, Mihrîcana Şano ya Mîtan a 4´an li dar ket, ev yek serketineke mezin e ji bo me û hêviya geşbûna warê şanoyê bi me re çêkir.”