Di cihanê de welatê herî zêde jin lê tên qetilkirin. Dewleta Îranê ku bi sedan siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd bi cezayên giran darizandin, niha jî siyasetmendara Kurd Zeynep Celaliyan bi cezayê giran di girtîgehê de terkî mirinê dike û roj bi roj ber mirinê ve dibe.
Zeyneb nayê derman kirin
Celaliyana ku pêşî cezayê darvekirinê lê hat birrîn, piştî nerazîbûnan cezayê wê hat wergerandinî muebbetê. Celaliyan ev 7 sal in, di nav şert û mercên herî giran de li hemberî zilmê têdikoşe. Zeynep di serî de di girtîgeha Kirmaşanê de di hate girtin ji ber îşkenceyê nexweşiya cîgerê dikeve û nayê derman kirin.
Dewleta Îranê piştî nerazîbûn û çalakiyên jinan li çar parçeyên Kurdistanê, siyasetmedara kurd Zeyneb Celaliyan li nexweşxaneya Xoyê, ji ber nexweşiyê demekê derman kir. Lê belê Celaliyan ji zindanê ligel nexweşiya giran jî derneket û hêj di girtigehê de tê girtin.
Ev 7 sal in, Zeynepb Celaliyan di girtigehê de dibin tecrîda giran de ye, bi nexweşiya hinavê ketiye. Zeynep berî bi nexweşiya ceger bikeve nehat dermankirin, niha jî ronahiya çavên xwe ji dest dide û ber bi korbûnê ve diçe. Rayedarên girtîgehê ne dihêlin Zeyneb Celaliyan derman bibe, ne jî dihêlin bi malbata xwe re hevdîtinan bike û gazincên xwe bîne ziman.
Zeyneb Celaliyan sala 1983'an li bajarê Makoyê li Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk dibe. Piştî ku Zeyneb têkoşîna azadiya gelê Kurd nas dike tevlî wan dibe û ji bo azadî û mafê jinê bi salan gerîlatiyê dike. ji bo xebatên azadiya jinê li Rojhilatê Kurdistanê xebatan dike. Zeyneb sala 2008'an li Kirmanşanê hat girtin û cezayê darvekirinê lê hat birrîn.
HULYA OKALIN/JINHA/WAN