Di Fuarê de ji aliyê weşana Aramê ve panel hat lidarxistin. Di panelê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Zanyar û Folklorîstê Kurd Prof. Dr. Celile Celil wekî panelîst tev li panela "Folklora Kurd" bûn" Şaredar Baydemîr, diyar kir ku Kurd di nava şert û mercên pir zahmet de xebatên wêjeyê dimeşînin û spasiyên xwe ji Weşanxaneya Aramê re anîn ziman. Prof. Dr. Celile Celil jî di panelê de otobiyografiya xwe vegot. Celîl, da zanîn ku wî alfebeya Kurdî ji bavê xwe fêr bûye û niha dide fêrkirin. Celil, anî ziman ku piştre li gundan geriya ye û hem fêr kiriye û hej û fêr bûye. Celîl, anî zimanku wî li Zanîngeha Erivanê beşa Dirokê xwendiye û piştre dest bi lêkolîn û vekolîna Folklora Kurdî kiriye. Celil, destnîşan kir ku di sala 1954'an de li Petesburgê beşa Kurdolojiyê xwend û wiha got: "folklora Kurd cewherê mala me ye. Li gorî min her Kurdek dengbejek e. Dengbejî dengê delê me ye. Divê hemû ciwanên me yên îro kevneşopiya dengbêjiyê zanibin. Ger ku nisanibin ev kêmosiyek e. Ger ku derfet hebe divê dengbej li lev kom bibin û komeleya dengbêjan ava bikin û lêkolînan bikin. Divê gund bi gund bigerin û vê kevpeşopiyê berdewam bikin. Dem dijminê folklorê ye. Divê bêyî ku dem derbas bibe folklar her tim zindî be. Ji bo vê yekê jî divê Enstîtuya Kurdolojiyê bê avakirin û lekolînan bikin. Dengbêjî çavkanî û evîna min e."
Baydemîr jî diyar kir ku bi boneya kevneşopiya dengbejiye tomar bike armanc dike ku studyoya qeyda seyar ava bike û di payizê de gund bi gund bigere û dest bi xebatê bikin. Panel bi pirs û bersîvan bi dawî bû.
DÎHA/AMED