Taybetmendiyek Seydayê Tîrej hebû, bi bûyeran ve girêdayî bû. Dema bûyerek pêk dihat, an pêşketineke welatparêzî, netewî bûna zû hestên wî diliviyan. Di demeke pir kurt de bi hestiyariya kûr helbest derbarê bûyerên qewimî yên elaqedarî civak û gel de dinivîsandin.
Wê demê em li gundekî ereban dijîn. 25 salan em li wir man. Kesekî Kurd lê nebû, Seydayê Tîrêj tişta ku dinivîsand ji me re dixwend. Carnan di demeke pir kurt de ku mîna kêlî dikare were hesibandin, helbest dinivîsandin. Car caran jî demeke dirêj a bi mehan ji bo dîtîna peyveke guncaw derbas dibû.
Carinan bi mehan li peyvekê digeriya
Carekê di helbestê de dixwest li ser jinên ku diçin dar û qirşan berhev dikin, binivîsine. Li peyvekê digeriya lê nedidît. Rojekê di sohbetê de jinekê got: “Min barê we yê qirşan bi werîs girê da paşê bi badokê jidand.” Ji cîh rabû û got: “ Mala te ava ev çend meh in ez li vê peyvê digeriyam.” Lê belê em di wate û girîngiya tiştê dinivîsandin nedigihiştin. Gelek caran me şeva xwe bi guhdarîkirina helbestên wî derbas dikir. Dema dinivîsand diviyabû bi tenê be. Ger kesek li gel hebûya nikarîbû binivîsine. Piştî ku helbesta ‘Bilbilê Dilşadî’ nivîsand bi salekê em hatin bajêr.
Wê demê hunermend Seîd Gabarî hebû. Seîd Gabarî hafiz e, çavên wî nabînin. Bavê min helbest li gel wî xwend wî jî jiber kir û cara yekemîn wek stran got. Lê belê piştî demeke kurt li tevahiya parçeyên Kurdistanê belav bû. Her wiha helbest tercûmeyî gelek zimanên mîna Erebî, Îngîllîzî, Tirkî jî hatiye kirin. Ji ber hêza wê ya hûnerî û naverokê beyî ku dest bidin peyv an rêzikeke bi tenê jî tim xwe bi xwe nû dike. Yanî akuel dimîne û her cara tê gotin li gor demê ye.
“Divê hêvî neqede”
Di wê demê de rêxistin an têkoşînên Kurdan tunebûn. Wê demê Şoreşa Başûrê Kurdistanê ya bi pêşengiya nemir Mele Mustafa Barzanî hebû. Gelê Kurd bi giştî bi vê şoreşê ve girêdayî bû. Ne mîna meseleke siyasî an tercîha siyasî bû. Hestên Kurdewarî, neteweyî yên tevahiya Kurdan ên li çar parçeyan dibû sedem ku dilê wan bi têkoşîna Başûrê Kurdistanê ya bi pêşengiya Mele Mustafa Barzanî re lê bixe û pê re girêdayî bin. Beriya wê jî gelek helbestên wî li ser cesaret, cengawarî û dilpakiya Pêşmerge, Nemir Barzanî hebûn. Wê demê bizava Barzanî hêviyeke mezin li gel Kurdan çêkiribû. Dema ku şoreş şikest hêviya gelê Kurd jî şikest. Gelê Kurd bi vê têkçûnê gelekî êşiya. Helbesta ‘Bilbilê Dilşadî’ di wan demên dijwar ên êş di asta herî dijwar de ji aliyê Seydayê Tîrêj ve hatiye nivîsandin. Dema helbest dinivîsand tê bîra min. Beşek jê amade kiribû, bi dengê bilind dixwend, paşê ji xwe re digot, “ Na kêmasî heye, hîn timam nebûye.”
Hin peyv bikar dianîn, paşê digot, “Na, na ev nabe, tenê nîşandana têkçûnê û hêvînemanê nabe, çi dibe bila be divê gelê Kurd bê hêvî nemîne. Ev şikestina mezin divê were vegotin lê divê hêvî jî neqede.”
Aş betal û helbesta ‘Bilbilê Dilşadî”
Bi helbesta ‘Bilbilê Dilşadî” Seydayê Tîrêj bû tercûmanê êş û azarên ji ber şikestina Bizava Mele Mistefa Barzanî, lê belê di heman demê de bi peyv û rêzikên di helbestê de bicîh kiribûn, hêvî jî afirand. Bi taybetî di rêzikên mîna,
Piştê wê sitêrê bi xwe berbanga sibê ye
Wê roj hilê rohnî têkeve şûna şevê ye
Karwanê me wê bigihêje war û meqsedê ye
Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewr e
Mîna di van rêzikên jor de xuya dike, Seydayê Tîrêj xwestiye bi gelek hestan jî bileyize. Bi mînaka ‘Çerxa felekê’ aliyê îtîqat û olî derdixê pêş. Dibêje, “Bila baweriya we hebe, çawa şev tê û piştî şevê roj derdikeve.” Aliyekî mijarê zanistî û ilmî ye, lê li aliyê din serdema ku helbest hatiye nivîsandin mirov bi qeder, felek, çerxa felekê jî bawer in lewra dixwaze bi van têgînên olî dilqewîniyê bide gelê Kurd ku demên dijwar, êş û azar ne mayinde ne û wê dewran biguhere rojên xweş û şahî jî werin. Mijar bi gelek alî û gelek hestan girtiye dest ku bigihije hedefa xwe.
Dîsa di helbestê de rahiştina mijara, ‘pesn, wesf’ bi şêwazekî ye ku mînakên wê tunene .
Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj
Baş tê bîra min nemir Cegerxwîn gelek caran dihate cem bavê min û li ser helbestê sohbet dikirin. Gelek caran ji bavê min re digot, “Tîrêj, xwezî 10 helbestên min mîna ‘Bilbilê Dilşadî’ xurt û tije hebûna, bila yek ji van dîwanên min tunebûna.”
Seydayê Tîrêj di rastiyê de şagirtê Seydayê Cegerxwîn e. Di bin bandora wî de maye û ji xwe re mînak girtiye û ji ekola wî tê hesibandin.
Bilbilê Dilşadî yek ji wan helbestan e ku tu caran namire, nayê jibîrkirin. Kengî were xwendin mirov dibêje belkî ji bo roja îro hatiye nivîsandin. Her dem û her kêlî nû ye.
Mînak dibêje;
Çar hawîr me diz
û keleş in tev dane dijmin
Me ji hev radiqetînin
bir bi bir heyf û mixabin
Dema mirov tenê van her dû rêzan bixwîne dikare piştrast bike ka çiqasî li îro jî tê. Niha jî Tirkiye, Sûriye, Iraq, Îran û gelek dewletên derveyî wan jî dijminatiya Kurdan dikin. Diz û keleş ên qala wan dike ji DAIŞ‘ê pê de kî ne gelo? Dîsa bi taybetî afirandin, zêdekirin û parastina hêviyê roleke girîng dileyizê di mayindebûna helbestê de. Dibêje, dibe ku niha reş û tarî be lê nefikire ku wê wisa bimîne, berbang were, roj derkeve û ronahî belav bibe. Dîsa bi israr hêviya serkeftinê diparêzê û bi rêzika, “Karwanê me wê bigije mirad û meqsedê ye” dibêje, ‘Çi dibe bila bibe bizanin ku wê têkoşîn bigihije hedefa xwe û serkeftin wê bibe ya Kurdan.’
Dîsa ji bo peyama dixwaze bide, misoger bigihîjîne gel û xwendavanên xwe hostayiyeke hunerî nîşan daye. Gelek peyvên mîna hev lê dema li pey hev tên rêzkirin wateyê xurt dikin bikar anîne. Di mercên normal de bikaranîna peyvên xwedî heman wateyê zêde û bêwateyî ye, lê belê dema hostayiya di helbesta ‘Bilbilê Dilşadî’ de em dibînin bikaranîna sê peyvên mîna hev xweşî, wate û astê sê qatan bilindtir dikin. Weke mînak dibêje; “Dengê te ye xweştir ji ney û nay û bilûr e.” Di vir de ‘nay’, ‘ney’, ‘bilûr’ her sê jî amûrên muzîkê yên bi nefes an pifdanê tên lêxistin in û hema hema mîna hev in. Heger xweşiya dengê bilbil bi dengê amûrekê bi tenê rave bikira gelo hevqasî watedar dibû? Ne bawer im, ji ber ku li pey hev bikaranîna navê her sê amûran wateyeke zext, fahmkirineke bêqisûr dide. Ev yek di heman demê de xurtiya aliyê felsefîk ê helbestê jî nîşan dide.