AŞTÎ EHMED / ROJNEWS/ÇEMÇEMAL

 

Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê ji bo alîkariya mexdûrên erdheja Rojhilatê Kurdistanê di nava 4 rojan de 12 milyon dînarên Iraqî hatin komkirin. 

Li avahiya Qeymeqamtiya Çemçemal doh Kampanyaya Helwest a ji bo komkirina alîkariya mexdûrên erdheja Rojhilatê Kurdistanê hat destpêkirin, alîkariya hatiye komkirin bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Di civîna çepemeniyê de Qeymeqamê Çemçemal Remik Remezan ji ber serkeftina kampanyaya alîkariyê ya ji bo  mexdûrên erdheja Rojhilatê Kurdistanê spasiya hemû aliyan kir. Her wiha endamê Komîteya Kampanyaya Helwest, Letîf Fatîh Ferec jî got; "Kampanyaya me di 22'ê Mijdarê de dest pê kir û di 26'ê Mijdarê de bi dawî bû. Di 4 rojan de 12 milyon û 60 hezar û 500 dînar hate komkirin."

Ferec diyar kir ku wê bi rêya komîsyonekê alîkariya xwe bigihînin mexdûrên erdhejê yên li Rojhilatê Kurdistanê.