Gelo ji bo aşitiyê em ê çawa hêviya xwe biparêzin? Bi xêra çi gotinê û bi çi awayî? Wê bi çi sedemê em pê re bibawer bin? Ma yê ku bi sedan sal e mafên mirovahiyê bin pê dike û bi sedan sal e mafa xwezayî ya hemû gelan ji nedîtî ve te ma ne ev dewlet e? Sûcê hemû helwest û pêkanînên li dijî mirovahiyê, li dijî ehlaq û li dijî şaristaniyê heta îro di dîrokê de rû dane ma ne di sitûyê vê dewleta dagirker de ne?

Ya ku gundan şewitand ma ne ev dewlet bû? Ya ku zarok û bav bi hev re, him jî li ber malê wan kuşt ma ne ev dewlet bi xwe bû gelo? Ma ev dewlet nebû ku komkujiya Agirî, Zîlan, Dêrsim, Roboskî û yên din pêk anî bû? Apê Mûsa bi destê kîjan dewletê ve hat kuştin? Mazlûm di bin kîjan zilm û zordariyê de biryara xwe ya berxwedanî ya dîrokî da? Xêyrî, Kemal, Akîf û Elî ji ber kîjan zextê ketin nava çalakiya birçîbûnê û di ciwaniya xwe de bedena xwe ji tekoşînê re feda kirin?.. Di zindana Amedê de ku bi çoyên hesin, têkoşerên Kurd bi destê kîjan dewletê ve hatin kuştin gelo? Çar hezar gund, ew gundiyan, ew mal û malbat, ew mêrg û zevî, dar û daristanan, ew xwezayê ku bi hezaran rengên xwezayî ve xemilîn e bi destên kîjan dewletê ve hatin şewitandin? Ew bombebaran, ew çekên kîmyewî, bi destê kîjan dewletê ve li ser gelê Kurd bariya ? Ew panzerên hesin, ew balafir, ew cemse û ewqas amûrên leşkerî ji aliyê kîjan destan ve hatin bikaranîn û raserî Kurdistanê kirin?
Ewqas dad û dadgehên taybet, ewqas saziyên qirêj yên şer, ew JÎTEM’ana, ew tîmên taybet kîjan dewlet damezirand, ew cerdevan û ew kujerên ku ji rêya însanetiyê derketine ji aliyê kîjan dewletê ve hatin xwedîkirin û kîjan dewlet zikê wan têr kir û berê wan ajot ser axa Kurdistanê? Kê Şêx Seîd darvekir gelo? Ew dewlet dewletê kê bû? Yê ku berê lawê wî, duvrê jî wî bixwe, ango Sêyîd Riza di temenê 82 salî de bi darve kirin kî bû? Ew kesên bêwijdan ku piraniya sûc û barên van buyeran di sitûyê wan de ye, di xizmeta kîjan dewletê de bûn?
Ew helbestên ku di zindanan de hatine nivîsandin, hêstên xwe ji ber çi zilm û zordestiyê afirandin? Ew pirtûkên ku di hevokên wan de bi sedan nav hatine nivîsandin û hemû jî zilm û zordariyê zindanan tînin ziman, bi çi sedemê hatin nivîsandin? Ew kîjan dewlet e ku mêjiya zarokan xera dike û zimanê wan heta niha jî qedexe kiriye? Ew çi dewlete ku hîn jî navê gundan, navê daran, navê newalan, navê kolan û kûçeyan qedexekirî hîştiye? Ew kîjan mêjû û ramane ku hê jî bi xeniqandina însanan şanazî ye?
Ma ev dewlet ne dewleta Tirkiye ye?
Belê heman dewlet e...
Rast e, ev dewlet komkujî kiriye, kujertî kiriye, însan xapandîye, gel xapandiye, dewlet xapandiye, gelek caran di nav dewletên yekbuyî de rûreş bûye, ji yê ku ji wî xurttir e tirsiya ye, kê ku ji wî weza ye xwestiye bitirsîne... Ji dîroka damezirandina xwe heta îro ne bi pîvanên ehlaqî û mirovî, di dewsa wê de bi taybet bi pîvana ceberûtî tevgeriya ye.
Dibe ku ji hin kesan re wekî nakokî xuya bike, lê bi giştî ji bo van sedeman di navbera Kurd û vê dewletê de pêwîstî û hewcedariya herî girîng aşitî çêkirin e. Heke heya îro gelê Kurd ber xwe nedaba, sitûyê xwe xwar kiriba, heke têkoşîneke dijwar nemeşandiba, îro bi vê dewletê re aşitî ne mimkûn bû. Lê li Kurdistanê, tevî ewqas berdelê ku bi sedan salan hatine dayîn, bi taybet jî di pêvajoyên dawî de têkoşîneke bêhempa hatiye meşandin û ji ber wê jî hewce ye ku bi vê dewletê re êdî aşîtiyek were çêkirin.  
Di van şert û mercan de bawerî Kurd bi xwe ne. Dîroka berxwedanê, pîvanên ve têkoşinê, nirx û birdoziya vê têkoşînê, hemûyan, di ser maseya aşitiyê de hêza Kurdan bixwe ye. Bawerî jî ji vir tê, kesayetiya aşitiyê jî… Ew bi xwe ji bo Kurdan çemek e, çemê azadiyê ye... Ji bo jiyaneke aşitiyane, ew çem, wê ji bo şuştina gunehê vê dewletê jî têr bike...