Çemê Firatê genî bûye


Ava Çemê Firatê yê bi bendan hatiye hepskirin genî bûye. Ji ber genîbûna avê û çiravê kelmêş zêde bûne. Welatiyên Bêrecûkê bertek nîşanî rewşê dan. Ji ber ku bi bendavên Keban, Karakaya, Ataturk, Bêrecûk, Karkamişê bend li pêşiya Çemê Firatê hatine danîn, golên mezin ên avê çêbûne û ev gol cihwarên dîrokî yên wek Newala Çorî, Samsat, Xelfetiyê tune kirin. Bi ser de jî ji ber ku qalpaxên Bendava Bêrecûkê hatine girtin, ji çirav û kevzê derbas nabe. Azîz Karadag (38) diyar kir ku çend rojan carekê qalpax tên girtin û wiha got: “Bêhna ku ji Firatê tê, heta parkê jî belav dibe. Ev rewş welatiyên ku tên qeraxên Firatê zaf nerihet dike.” Karadag, anî ziman ku ji ber vê bêrecûkî ava vexwarinê peyde nakin û wiha axivî: “Hîn jî em fêm nakin ku ji bo çi tim av û ceryana me tê qutkirin. Ceryan û av jiyan e, bêyî wan nabe. Dê ev Firata mezin ji çend welatan derbas bibe û biherike Kendavê, lê belê em ê li vir bê av bijîn. Ev hemû bi tena serê xwe pirsgirêk in.” Fevzî Ûgraş (37) jî got: “Êvaran ji bo gerê em tên van deran. Lê belê ji ber bêhneke genî mirov îdare nake. Halbûkî diviya niha ev der wek bihuştê bûna. Ez bi xwe li gund rûdinêm. Lê sal 2017 ye, hîn jî em perîşan in.”
Ji kelmêşan derbas nabe
Abdûllah Çakmak (43) ku li kafeyeke li kêleka Firatê ye dixebite, anî ziman ku dema ava Firatê hatiye qutkirin bêhneke genî belav bûye û li gel vê ji ber zêdebûna kelmêşan kes nayê li park û kafeyan rûnanê. Çakmak, got ku ji ber vê rewşê ew nikarin kar bikin. Çakmak, diyar kir ku hawirdor nayê dermankirin û wiha axivî: “Min heta niha qet bêhneke wisa û evqas kelmêş li Bêrecûkê nedîtibûn. Lê îsal min dîtin. Makîneya me ya dermankirinê heye. Serê sibehê û êvarê em tim derman dikin, lê belê badilhewa ye. Mirov tevî zarokên xwe tên, lê belê dema tên poşman dibin.”
DÎHABER/RIHA
