Ji gundiyan Hasan Kiliç Sarmaz da zanîn ku xwestekên wan ji alî şîrket û devletê ve qet nahatine guhdarkirin û teblîgata valakirina gund ji wan re hatiye şandin. Gundî Îsmaîl Kayha jî dest nîşan kir ku mal, ax û warên wan bi buhayê xwo yê ji dest wan hatiye girtin û piştre îtîrazin wan jî nehatine qebulkirin. Kayha bal kişande li ser bêdengiya devletê û dîyar kir ku bê gundê wan cîhekî ku pide herin tuneye.
'Miriyê me cara duyemin tên kuştin'
Hate zanîn ku dema gundî xapandine û warên wan ji destên wan hatine girtin ji wan re hatiye gotin ku dê piştre cîhê ku piştre biçinê. bê nîşandan. Ji gundiyan Hulusî Bîlgîn da zanîn ku piştî îmzeyan ew gotin jî fîrmayê nehaniye cih û wiha axivî: "Dixwazin gundê me di bin avê de bihêlên. Miriyan cardin bikujin. Em dixwazin saziyên sivîl û hawirdorparêz dengê me bibihîzin û ji me ra alîkar bibin. Dengê me bila bibihîzin dîroka me tune dikine."
GENÇAGA KARAFAZLÎ - DÎHA/GUMUŞHANE