Parlementera Partiya Çepgir Heidrun Dittrich, bal kişand ku Fethullah Gulen şer sor dike û dîrokzan Michael Knapp got ku Cemeet û polîsên Alman êdî di nav hev de ne. Cemeata Gulen li Zanîngeha Humbodtê ya Berlînê konferansa “Forûma Diyaloga di Navbera Çandan de” li dar xist.
Bi pêşengiya Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û ciwanên Alman, çalakiyeke protestoyî li hemberî vê konferansê hate lidarxistin. Di çalakiya ku ji aliyê Partiya Çepgir a Alman ve hate destekkirin de, dirûşimên weke “Bimire Fethullah Gulen”, “Terorîst Gulen”, “Terorîst AKP” hatin qîrîn.
Rojnamevan û nivîskar Dr. Nick Brauns di xwepêşandana ciwanan de axivî û bal kişand ku Fethullah Gulen piştgirî daye hemû derbeyên leşkerî yên bi xwîn û diyar kir ku Cemeet vê carê nêzîkê rêveberiya Tirk a niha ye.
Nick Brauns, destnîşan kir ku tu eleqeya tevgera Gulen bi olsa Îslamê re tune ye, ol bi kar tîne û dixwaze bi karanîna ol li Anatolyayê kapîtalîsteke îslamî saz bike. Brauns diyar kir ku Gulen di axaftinên xwe yên dawiyê de weazên kuştina gerîlayên Kurd dide.
Bruans bi bîr xist ku bi beşdariya sedhezaran, bendên polîsan ên li Amedê hatin şkandin û gel daket qada Newrozê û xwest Ocalan û hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan.
Parlementera Partiya Çepgir Heidrun Dittrich, bal kişand ku Fethullah Gulen şer sor dike û dîrokzan Michael Knapp got ku Cemeet û polîsên Alman êdî di nav hev de ne. Piştî axaftinan, xwepêşandan bi dirûşiman bi dawî bû. 

ANF/BERLÎN