DENÎZ ÎKE
ANF/AMED
Dermanê gelek nexweşiyan Ava Sûsê, bi germa havînê re li Kurdistanê xwe berda sûk û bazaran. Mirovên ji kela germa havînê aciz dibin xwe digihînin şerbetfiroşan pişt bi şerbik û bi noş hinavên xwe hênik dikin.Ava Sûsê li her devera Amedê dikare bê peydakirin. Bi dehan kes şerbikên ji ava sûsê diavêjin ser pişta xwe û ava sûsê difiroşin. Hem debara xwe pê dikin, hem jî di germa havînê de dilê mirovan hênik dikin. Firoşkar Cemîl Batibay ê 69 salî, ev 40 sal in ava sûsê difiroşe û debara xwe pê dike.
Ji mêj ve pê re dilebike
Batibay li kolana Gazî ya navçeya Sûrê dezgehê xwe daniye. Batibay diyar kir ku wî di ciwantiya xwe de dest bi vî karî kiriye û destpêkê li nava kolanan digeriya da ku ava sûsê bifiroşe. Batibay anî ziman ku ew vî karî bi malbatî dikin û got, “Kekê min ê herî mezin 50 salan ev kar kir. Dûre radestî kekê min ê din kir. Wî jî 40 salan ev kar kir. Ê min jî, 40 sal in ez bi vî karî debara xwe dikim. Lêçûna vî karî kêm e. Hem dibim alîkar ji bo mirov hinekî kela xwe hênik bikin, hem jî pere qezenç dikim.”
Batibay bi bîr xist ku destpêkê sarinc tine bû û wiha dewam kir: “Wê wextê ne lîmonata hebû ne jî tiştekî din.
Bi sihara sibehê re radibin
Mehmet Everek ê 33 salî, hem şerbeta ava sûsê bi xwe çêdike hem jî difiroşe. Dibêje ku şerbeta wan aveke xwezayî ya vexwarinê ye û têra xwe xweş e.
Everek diyar kir ku ew ber destê sibehê saet 4’an radibin û diçin koka riweka sûsê didin hev û got, “Em kokên sûsê tînin malê û baş paqij dikin. Piştre wan xweş dieciqînin û dixin teştê. Avê berdidin ser û bi wî rengî dihêlin. Nîv saetê carekê ava wê diguherînin. Piştre em baş dadiwerînin, dixin termos, qeşayê datînin ser û dibin sûkê difiroşin. Em koka gîhayê sûsê ji qiraxa Çemê Dîcleyê didin hev. Şînkahiya sûsê havînê kesk e, zivistanê jî hişk e.”
Pê debara mala xwe dike
Everek anî ziman ku çinîna şînkahiya sûsê bi tena serê xwe zehmet e, lewma pêwîstiya wî bi alîkariya malbatê heye û got, “Ne tenê hevdan, çêkirina wê jî zehmet e. Ev kar têra me nake, lê belê ji ber ku karekî din nîne em vî karî dikin. Ez malbateke ji şeş kesî xwedî dikim. Karekî bi mûçeyê kêmtirîn hebûya min ev kar nedikir. Rojane 80 heta 100 TL’yî şerbeta ava sûsê difiroşim.”
Dermanê nexweşiyan e
Everek anî ziman ku ava sûsê derman e û got, “Dike ku dilê mirovan biçe xwarinê. Ji bo astim û bronşîtê baş e. Feydeya xwe li nexweşiyên mîdê heye. Dibe alîkar ku kevir ji gurçikê bikeve. Ji bo mirovên ku mîda wan dişewite û ava tirş bi ser mîda wan dikeve, baş e.”
Kolaya Kurdan
Ava sûsê ango kolaya Kurdan vexwarinek e. Li gelek bajarên Kurdistanê tê firotin. Gihayê sûsê îro li herêma Silêmaniyê gelekî hêşîn dibe. Berê li gundê Sûsikê yê girêdayî Dêrika Çiyayê Mazî jî gelekî hêşîn dibû, ku vî gundî navê xwe jî ji vî gihayî girtiye.
Ev vexwarin ji koka sûsê tê çêkirin û di rojên germ ên havînê de li bazarên Kurdistanê gelek tê vexwarin. Ji bo ku ava sûsê çêbibe, divê koka sûsê bi alîkariya bankutekê bê peliqandin û koka peliqî divê di avê de bê hiştin. Li dijî vexwarinên din ên navneteweyî, ava sûsê him hundirê meriv hênik dike, him jî ji bo tendûristiya mirov gelek bas e.
Kurd hîn jî tercîh dikin
Her çiqas avên gazoz belaw bûbin ji, ava sûsê bi sedan sal in heye û hê jî milet jê hez dike. Tê zanîn ku koka sûsê ji berê ve wek derm5an hatiye bikaranîn û gelek fêdeyên xwe yên tibî hene. Ava sûsê bi taybetî li bazarên Kurdan ji aliyê şerbetfiroşan ve tê firotin.
Hêjayî gotinê ye ku koka peliqandî a sûsê jî ji bo tistên din kare bê bikaranîn. Koma Hemdem bi navê Ava Sûsê hem kasetek hem jî stranek derxistiye.