Bayik di nivîsa ji bo rojnameya me amede kir de destnîşan kir ku valakirina Şengalê û tevkujiya Kurdên Êzîdî yên nûneriya jiyan û çanda Kurdevarî dikirin gava yekemîn a vê planê bû. Bayik bi desteka dewleta Tirk ajotina komên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Kobanê û koçberbûna gelê Kobanê jî mîna lingê Rojava yê heman polîtîkaya tevkujiya çandî binav kir. Nivîsa Bayik wiha ye:  


Tirkiyeya qirkirina çandî dike

Êrişa li Kobanê pêk tê êrişek qirkirina çandî ye. Bi vê êrişê hem Kurdan qir dikin hem jî wan ji cih û warên wan dikin. Dewleta Osmanî di sala 1915’an de vê yekî anî serê Ermeniyan. Niha jî bi desteka dewleta Tirk vê yekê li dijî gelê Kurd dikin. Valakirina Kobanê ji gelê Kurd, bi hevkariya dewleta Tirk û IŞID’ê pêk anîn.
Berê jî valakirina Şengalê ji Kurdên Êzîdî armancek wan ya qirkirinê bû. Lê belê mixabin zêde li ser vê qirkirinê nayê sekinandin. Mîna qirkirina Ermeniyan li ser Kurdan jî qirkirinek li ser Kurdan dimeşînin, lê belê cîhan bê deng e û temaşe dike.
Qirkirina bi rêbaza koçberkirinê bûye rêbazek rêveberiya dewleta Tirk. Dîroka desthilatdarên Tirk ji aliyekî ve dîrokek wisa ye ku pêşî gelan ji cihê wan dikin û paşî jî qirkirina fîzîkî û çandî pêk tînin. Di şerê qirêj yê salên 1990’an de şeş milyon Kurd ji ber vê zîhnîyetê ji cih û warên wan hatin kirin. Piraniya Kurdên ji bajarên wekî Meletî, Mereş, Sîwas, Dêrsim û Erzîganê bi vê armancê hatin koçber kirin. Bendavên ku di salên dawî de li Kurdistanê têne çêkirin teqez bi armanca qirkirina çandî û eskerî têne çêkirin. Xerakirina aboriya li Kurdistanê heye û li cihê wê sazkirina aboriya talanê bi armanca qirkirina çandê tên kirin. Lewra armanca bingehîn ya desthilatdaran ya li Kurdistanê ewe ku qirkirina çandî bînin serê Kurdan. Dewleta Tirk dest ji sitratejî û pîlana qirkirina çandî ya bi riya koçberkirina Kurdan bernedaye. Dewleta Tirk niha jî vê polîtîkayên xwe yên qirkirina çandî derbasî Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî kiriye. Qirkirinên çandî yên li van deran jî daye DAIŞ´ê.

Başûr jî hedefa qirkirinê ye

Dema DAIŞ Misûl dagirkir bi sed hezaran Kurd ji cih û warên xwe bûn. PDK vê yekê ravenake. Ji Misûl û Şengalê bi sed hezaran Kurd dan koçber kirin. Ev qirkirinek çandî ye. DAIŞ dema fersed dît qirkirina çandî ku li Misûl û Şengalê pêk anî wê vê carê jî li Kerkûk û derdora wê jî pêk bîne. Wê Kurdên li Kerkûk, Xaneqîn, Germiyan û deverên din jî koçber bike. Bi vê armancê Başûrê Kurdistanê li derveyî vê polîtîkaya qirkirina çandî nîne. Niha armanca sereke ya hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ ê ewe ku Rojavayê Kurdistanê ji Kurdan vala bikin. Divê hemû Kurd vê rastiyê baş bibînin. Kobanê cihê pêşî ye ku dixwazin li Rojava qirkirina çandî pêk bînin. Li Rojava cihê pêşî dikin pratîkê ev der e.

Hemû Rojava di hedefê de ye

Li gor agahiyan li Kobanê bi sedan gund ji ber dagirkeriya DAIŞ’ê bi tevahî vala bûne. Di rewşa heyî de tişta li Kobanê tê kirin qirkirinek e. Lê armanc û hedef tevahiya Rojava ye. Eger bikaribin Rojava ji Kurdan xalî bikin, wê başûr jî bi tevahî ji Kurdan vala bikin. Divê Kurdên Başûr jî vê rastiyê bizanibin. Divê were dîtin ku di navbera Tirkiyê û DAIŞ´ê de hevgirtinek wisa ya sitratejîk û danustandin heye. Hemû êrişên mehên dawî yên DAIŞ´ê û dorpêçkirina Kobaniyê vê rastiyê nîşan dide. Fêmnekirina vê yekê mîna ku heştirmeyê serê xwe bike bin kumê. Pêwîste hemû Kurd fêm bikin ku li ser Kobanê û tevahiya Kurdistanê qirkirinek çawa tê meşandin. Eger li dijî vê qirkirina ku bi fîzîkî û koçberkirinê pêk tînin berxwedan neyê nîşan dan, wê li ser Kurdan ewrên reş kêm nebin.

Sistkirina berxwedanê xeflet e

Divê Kurdên li hemû beşên Kurdistanê qirkirina li ser wan tê meşandin baş bizanibin. Qirkirina çandî ya ku bi pîlana Şark Îslahat ya sala 1925 an dewleta Tirk li bakurê Kurdistanê kir pratîkê, mîna ku tê nake vê carê jî vê qirkirinê li Rojava û Başûrê Kurdistanê pêk tîne. Ji lewra divê êrişa li dijî Rojava êrişek ji rêzê neyê dîtin. Ev êriş perçeyek ji armanca tinekirina hemû Kurdaye. Kurd li dijî vê polîtîkaya qirkirinê encax bi avakirina yekîtiya xwe û berxwedanê dikarin li ser piyan bimînin. Ji kesî an jî kesan li bendê mayîna avakirina yekîtiya wan û sistkirina berxwedanê xefletek mezin e. Xefletek wisa jî raste rast wê bi xiyanetê bi encam bibe.

Yekîtî û hêza xweser

Ji ber vê yekê divê Kurd yekîtiya xwe çêbikin, baweriya xwe bi hêza xwe bînin û li berxwe bidin. Kengê wisa bû wê demê wê wateya piştgiriya hêzên cûda û dostan hebe. Nexwe hêvîkirina ji derve û di encamê de sistkirina berxwedanê şaşiyek mezin e. Divê ev zîhnîyet û helwest bê terikandin, berxwedana li ser bingeha yekîtî û hêza xweser berxwedan bê xurt kirin. Ev berxwedan, berxwedana hebûnê ye, berxwedana pêşîgirtina li qirkirina çandî ye.