Cemîl Korkmaz bi nasnav Bedrî Spêrtî yê di sala 1993'an de li Sêgirkê ya Şirnexê di çalakiyekê de jiyana xwe ji dest da û Salîh Korkmaz bi nasnav Bedrî Piling ê di şerekî de sala 1997'an li navçeya Wan Şaxê jiyana xwe ji dest da, li wargeha penaberan hatin bîranîn. Bîranîn li Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna sedan kes bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di bîranînê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mele Elî Spêrtî axivî û got, “Em destpêkê di şexsê van her du hevalan de, yek ji damezrînerê YPG’ê Xebat Dêrik, her sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, xalê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Suleyman Arslan bibîr tînin. Bila serê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû gelê Kurd sax be. Emê her tim şopdarên wan bin.”
Piştî axaftina Mele Elî Spêrtî peyama Komîteya Şehîdan’a KCK hate xwendin di peyamê de hate gotin, "Bi boneya bîranîna rêhevalên me yê Şehîd Bedrî Spêrtî, berî ku em dûbare hest û ramanên xwe bi we malbata hêja parve bikin, li ser navê tevgera me, em sersaxiyê li we malbata hêja re dixwazin. Di kesayeta rêheval Bedrî de em cangoriyên xwe yên rûmetê hemû şehîdên xwe dûbare bibîr tînin di şexsê malbata KORKMAZ a hêja de em dibêjin bila serê malbatên şehîdan û gelê me yên welatparêz sax be." Bîranîn bi dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bîjî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.
MEXMÛR