Cenazeyên ku ji aliyê hezaran kesî ve hatin wergirtin, piştre bi karwanekî wesayîtan di bin sloganên “şehîd namirin” û tîlîliyên jinan de ber bi Goristana Şehîdan a Rustem Cudî ya li gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê ve hate oxirkirin.

Piştî ku karwan gihîşt Berkevirê, merasîma leşkerî hate lidarxistin. Di merasîma ku wêneyên şehîdan hatin vekirin û sloganên “Şehîd namirin” hatin berzkirin de, li ser navê YPG’ê Hisên Koçer axivî û soza şopandina riya şehidan da. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê û Dirbêsiyê, Partiya Çep a Kurd li Suriyê jî axaftin hatin kirin. Axaftvan li ser girîngiya parastinê rawestiyan û piştgiriya xwe ya ji bo YPG’ê anîn ziman. Piştî axaftinan cenazeyên herdu şervanan bi slogan û tîlîliyan hatin definkirin.

ANHA/SERÊKANIYÊ/DIRBÊSIYÊ