Îro cenazeyê Hatîce Altun dişînin welêt. Hatîce Altûn a ji avabûna PKK'ê re şahidî kir û bi berxwedana xwe ya di salên 80'yî de tê naskirin, li bajarê Koln ê Elmanyayê pêr jiyana xwe ji dest dabû. Dayika Hatîce ya 93 salî, piştî ku ji ber zarokên wê di nava koma destpêkê ya PKK'ê de cih digirtin, wê jî xwe di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de dît. Dayika Hatîce dayikeke Kurd bû ku xwedî çîrokeke balkêş a jiyanê bû.


Têkoşera 90 salî

Hatîce Altûn ji malbateke Kurdên Elewî ya sirgûnê Dêrsimê, li navçeya Sariz a Kayseriyê hat dinyayê. Di dawiya salên 1960'yî de bi malbata xwe re bar kir taxa Tûzlûçayir a Enqereyê. Di destpêka salên 1990'î de, yek ji kadroyên destpêkê yên PKK'ê kurê wê Haydar Altûn bi îşkenceyê hat qetilkirin. Ji du neviyên Dayika Hatîce yên tevlî refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bûn Salîh Dogan Yildirim (Cûmalî) di 28'ê Tebaxa 2005'an de di şerekî li dijî artêşa Tirk ê li bejayiya navçeya Elbak a Wanê de jiyana xwe ji dest da. Sînan Altûn (Dogan) jî di 21'ê Nîsana 2006'an de li Xinêre, di topbarana dewleta Îranê de jiyana xwe ji dest da. Dayika Hatîce ji sala 1997'an û vir ve li bajarê Koln ê Elmanyayê dima.
Banga tevlîbûnê hat kirin
Navenad Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) daxuyaniyek da û diyar kir ku wê îro ji bo Altûn li Kolnê merasîma cenaze bê lidarxistin û ewê Altûn bişînin cih û warê wê. Daxuyaniya NAV-DEM'ê ya li ser mijarê wiha ye: "Em bi xemgîniyeke mezin pê hesiyan ku dildara azadiyê, nîşaneya wêrekî û biryardariyê Hatîce Altûn (Dayika Hatîce) ya 93 salî li sirgûnê jiyana xwe ji dest daye. Em xemgînî û êşa windakirina dayika Hatîce ya ji roja destpêkê ve bi ked, têgihiştin û dilosziya xwe re kedeke mezin daye doza Kurdistanê û zarok û neviyên xwe di vê oxirê de feda kiriye, dijîn. Em dibêjin bila rehma Xwedê lê be. Di serî de malbata Altûn a dilşewat em ji tevahiya gelê Kurd û hezkiriyên wê re sersaxiyê dixwazin." Ji bo Hatîce Altun Îro 15'ê Tîrmehê roja sêşemê saet di 13:00´an de li SAAL  2000, Schlodderdichter weg 48 51469 Berg. Gladbach merasîma cenaze bê lidarxistin û cenazeyê wê bişînin Enqerê.

ANF/KOLN